Hezar û 60 jin û zarokên Amedê dîroka bajêr ji nêz ve dîtin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo nasandina mîrasa dîrokî û çandî ya bajêr, geşt û guzar bi rêk xistin û 1060 jin û zarokî ji van geştan sûd wergirtin.

Bernameyên geşta ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî û Serokatiya Daîreya Karên Çandî û Civakî ve hatibûn destpêkirin, ji bo nasandina nirxên dîrokî, çandî û qadên xwezayî bi jinan û zarokên di navbera 9-14 salî de hatin qedandin. Bi vê bernameyê, zarok û jinên ku ji navend û navçeyên gundî beşdarî geştan bûn, fersend dîtin ku cihên girîng ên çandî yên Amedê ji nêz ve bibînin.

Geştên bo cihekî dîrokî

Di bernameyên geştê de, bi taybetî ji bo zarokên li gundewarê ku fersenda dîtina cihên dîrokî û çandî yên bajêr nedîtibûn, pêşî hat dayîn. Bi mebesta ku di zarokan de hişmendiya dîrokê û hestiyariya parastina mîrasa çandî bêne peydakirin, geşt ji bo van cihan hatin lidarxistin: Li navenda bajêr Kompleksa Muzexaneya Keleha Navîne (Muzexaneya Arkeolojiyê), Mizgefta Hezretî Silêman, Dêra Surp Giragos, Minareya Çarling, Mizgefta Mezin, Mala Wêjeyê û Muzexaneya Ahmet Arif, Mala Dengbêjan, Muzexaneya Bajêr a Cemîlpaşa, Maketa Sûrê, Kela Amedê û Baxçeyên Hevselê, Pira Dehderî; li Farqînê Şikeftên Hasûnî, Pira Malabadê, Mizgefta Mezin a Silîvanê, Mizgefta Şaredariyê, Minareya Şikestî, Qesra Azîzoglu, Qesra Ustunler, Deriyê Kulfa, Birca Şêran, Birca Zembîlfiroş; li Gêlê Kanyona Selman, Girê Ziyaretê, Kela Asûrî û Dêra wê; li Erxanî Qotê Berçem, Şikeftên Hîlarê; li Çinarê Qesra Şêxê Bedew, Şikeftên Silêman Axa, Çemê Reş, Kela Zerzevanê. Bi tevahî 1060 xwendekar û jin beşdarî van ger û geştan bûn.

Perwerde û şahî

Jin û zarokên ku ji geştan sûd wergirtin, bi şahidiya dîroka bajêr, bi rêberên pispor re agahî wergirtin. Di dawiya geştê de bi pîknîk û çalakiyên curbicur, zarokan hem kêf kirin hem jî fersenda zêdekirina zanîna xwe dîtin.

 

Image Gallery