Rojên Pirtûkên Kurdî dest pê kir

Rojên Pirtûkên Kurdî ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê lidarxistin, bi beşdariya weşanxaneyan li Meydana Deriyê Çiyê hat vekirin. Di vekirina Rojên Pirtûkan de Hevşaredar Dogan Hatun axivî û destnîşan kir ku ew ê xwedî li zimanê Kurdî derkevin.

Rojên Pirtûkên Kurdî, ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Çand û Karûbarên Civakî ve di çarçoveya Roja Zimanê Kurdî ya 15'ê Gulanê de, bi Yekîtiya Weşangerên Kurd (YEWKURD) re hat lidarxistin, vebû. Rojên Pirtûkan ku 33 weşanxane, sazî û rêxistinên civakî yên sivîl ên li ser ziman xebatan dimeşînin beşdar bûne, di navbera 27'ê Gulanê û 1'ê Hezîranê de li Meydana Deriyê Çiyê ji bo pirtûkhezan vekirî ye. Di çarçoveya Rojên Pirtûkan de ku 45 stend hatine vekirin, wê di nava 6 rojan de panel, hevpeyvîn û şevbuhêrkên helbestan bên lidarxistin ku wê nivîskar jî beşdar bibin.

Vekirina Rojên Pirtûkên Kurdî pêk hat û ligel Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, hevşaredarên navçeyan, weşanger û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, serokên daîreyan, endamên meclisê, nivîskar û pirtûkhez beşdar bûn.

Hevşaredar Hatun: "Em ê zimanê xwe di her qadê de bi kar bînin"

Di vekirina Rojên Pirtûkan de Hevşaredar Dogan Hatun axivî û spasiya weşangerên Kurd kir ku yekîtî ava kirine û got: "Ez bawer dikim ku ev yekîtiya we ji bo yekîtiya gelê Kurd jî dê bibe dilopek av."

Hevşaredar Hatun got: "93 sal beriya îro Kovara Hawarê çirûskek pêxist û îro ew çirûsk li Meydana Şêx Seîd ronahiyê dide," û wiha berdewam kir: "Em ê zimanê xwe di her qadê de bidomînin, xwedî lê derkevin. Îro weşangerên ku yekîtiya xwe li Meydana Şêx Seîd ava kirine mil bi mil, ji bo zimanekî li benda gelê me ne."

"Ev Meydan dê bibe Meydana Kurdî"

Hevşaredar Hatun bang li gelê Amedê kir û got: "6 roj ev meydan meydana Kurdî ye. Bi hezaran pirtûkên Kurdî hatine nivîsandin, nivîskarên me li vir in. Werin nivîskarên me nas bikin, dîroka wan bibînin. Heta ku ev stand li vir in, werin bipirsin. Heke her weşangerek peyvekê fêrî we bike, hûn ê 35 peyvan fêr bibin. Eger her yek ji wan du peyvan fêrî we bike, hûn ê 70 peyvan fêr bibin û belkî hûn ê karibin rojane biaxivin. Ez bawer dikim ku mamosteyên me dê werin û her yek ji wan dê du peyvan fêrî kesên ku Kurdî nizanin bike. Her wiha di van 6 rojan de 20 panel jî hene, hûn dikarin guhdarî wan bikin. Meydan meydana Amedê ye, meydan meydana ziman e, em ê piştgirî bidin vê xebatê."

Di vekirina Rojên Pirtûkan de Hevşaredara Yenîşehîrê Safiye Akdag û Serokê YEWKURDê Hakî Boltan jî axivîn.

Hevşaredar Hatun û yên pê re, paşê li standên vekirî geriyan û bi weşangeran re sohbet kirin.

Konser hat dayîn

Piştî axaftinên vekirinê Koma Peyal konser da. Kesên ku beşdarî vekirina Rojên Pirtûkan bûn, li ber stranên Kurdî govend xweş kir.

 

Image Gallery