Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, beşdarî Civîna Asayî ya Meclisê ya Meha Gulanê ya Yekîtiya Şaredariyan a Tirkiyeyê (TBB) bû ku li Enqereyê hat lidarxistin.
Civîna Asayî ya Meha Gulanê ya Yekîtiya Şaredariyan a Tirkiyeyê (TBB) li Enqereyê, li otêlekê pêk hat. Civîn di bin serokatiya Cîgirê Serokê TBB'ê û Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê Zeydan Karalar de hate kirin. Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, endamên Encûmena TBB'ê û gelek şaredar beşdarî vê civînê bûn.
'Qeyûm qet nabe'
Di civînê de Cîgirê Serokê TBB'ê Zeydan Karalar axivî û destnîşan kir ku ew hewl didin li cem hemû şaredariyan bisekinin. Karalar, daxuyaniyên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ên derbarê sîstema rêveberiya xwecihî bi bîr xist. Karalar diyar kir ku qeyûm qet nabe û got, “Ger şaredarek bi rastî sûcek kiribe û ji wezîfeyê hatibe dûrxistin, li wir endamên meclîsa şaredariyê yên hilbijartî hene. Divê ev nebe qaîde. Mîna beriya sala 2016’an.”
Xalên rojevê
Sekreterê Giştî yê TBB'ê Suat Yildiz, derbarê Raporên Çalakiya sala 2024'an, Guhertina Rêziknameya Rêxistin, Wezîfe, Rêbaz û Bingehên Kar ên TBB'ê û Hesabên Dawî yên Bûceya sala 2024'an de pêşkêşiyek kir. Di civînê de xalên rojê hatin gotûbêjkirin û biryar li ser wan hatin girtin.
Piştî gotûbêjkirina xalên rojê, derbasî dengdana ji bo Cîgirê Serokê 1. ê TBB'ê, Endamên Encûmenê û Endamên Komîsyona Pisporiyê hat kirin. Hevşaredar Hatun û şaredaran di sindoqên hatibûn danîn de deng dan.