Dibistana Ekolojiya Çandinî ya Avhewayê ku di nava Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de xizmetê dide, mazûvaniya hezar û pêncî xwendekarî ji 43 dibistanan kir.
Serokatiya Daîreya Guhertina Avhewayê û Sifir Bermayî ji bo ku zarok bi xwezayê re têkiliyeke xurtir daynin û hişmendiyeke ekolojîk çêkin, xwendekaran li Dibistana Ekolojiya Çandinî ya Avhewayê mazûvanî dike.
Li Dibistana Ekolojiya Çandinî ya Avhewayê ku li ser qadeke 7 hezar metrekareyî bi tevahî ji materyalên veberanînê hatiye avakirin, ji zarokên ku bi tovên herêmî re rû bi rû tên, derbarê Ekolojiya Çandinî, girîngiya avê, qada gubreya kompostê (gubreya organîk a ku bi rizandina bermahiyên riwektî û ajalan di hawîrdora şil-oksîjenî de çêdibe), girîngiya tovê, kerpîç, konê hirî, cihêrengiya biyolojîk û çerxên ekosîstemê de di hawîrdoreke xwezayî de agahî tên dayîn.
Dibistana Ekolojiya Çandinî ya Avhewayê îro jî mazûvaniya beşdarên astengdar kir. 25 astengdar ên ku beşdarî kursên Midûriyeta Şaxa Astengdaran a girêdayî Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalûpîran bûn, bi perwerdekarên xwe re serdana Dibistana Ekolojiya Çandinî ya Avhewayê kirin û qadên jiyana xwezayî li cihê xwe dîtin.
'Em hem tov û hem jî zarokan giring dibînin'
Koordînatorê Dibistana Ekolojiya Çandinî ya Avhewayê Bişar Îçlî diyar kir ku di nava 1,5 mehan de wan mazûvaniya hezar û pêncî xwendekarî ji 43 dibistanan kirine, di nav wan de navendên rehabîlîtasyonê, kreş, baxçeyên zarokan, dibistanên seretayî, navîn û amadeyî jî hene.
Îçlî anî ziman ku ew tov û zarokan wekî yekparçeyek dibînin û got, “Ji bo paşerojê em hem tov û hem jî zarokan girîng dibînin. Ji bo vê, me hewl da ku li vir qada hilberîna tovên xwecihî biafirînin, di heman demê de me ev der veguherand Dibistana Ekolojiya Çandinî ya Avhewayê da ku zarok karibin dest bidin rengên xwezayê, wan hîs bikin û çavdêriyê bikin.”
'Em qada jiyana xwezayî ji xwendekaran re dibêjin'
Îçlî destnîşan kir ku di çalakiyan de wan ji materyalên veguherandinê atolye çêkirine û qada jiyana xwezayî ji xwendekaran re gotine. Îçlî wiha anî ziman: “Armanca me ya sereke li vir şopandina serpêhatiya tovê ya bingehîn e, di heman demê de danasîna van materyalên ji veguherandinê hatine çêkirin û girtina tedbîran li dijî krîza avhewayê ji bo me pir girîng e; em di vî alî de perwerdeyê didin wan. Ger paşeroj zarok bin, divê ji zarokan dest pê bikin. Ji bo vê jî em hewl didin ku her tiştî ji zarokan re bêjin.”