Amadehiyên Cejna Qurbanê hatin temamkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo welatî di Cejna Qurbanê de bigihîjin xwarinên ewle, qurbanên xwe di hawîrdoreke paqij û tendurist de bikirin û serjê bikin, cihên firotin û serjêkirina qurbanan diyar kir û hemû amadehiyên pêwîst qedand.

Şaredariya Bajarê Mezin, beriya Cejna Qurbanê ya nêzîk, amadehiyên xwe yên ji bo derbaskirina cejnê bê pirsgirêk temam kir. Di çarçoveya amadehiyan de, Midûriyeta Giştî ya Karên Tenduristiyê, Midûriyeta Giştî ya Zabitayê, Midûriyeta Giştî ya Parastina Jîngeh û Kontrolê û şaredariyên navçeyan bi midûriyetên parêzgehan ên saziyên fermî yên li bajêr re di koordînasyonê de bixebitin.

"Welatî rehet bin"

Serokê Daîreya Karên Tenduristiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Vahap Saçakli, amadehiyên ji bo Cejna Qurbanê nirxand û got ku wan amadehiyên xwe temam kirine da ku welatî qurbanên xwe di hawîrdoreke paqij û hîjyenîk de serjê bikin û erkên xwe yên olî bi cih bînin.

Bala xwe bidin ser serjêkerên nû

Saçakli destnîşan kir ku serekê van amadehiyan diyarkirina cihên firotina heywanan û cihên serjêkirina heywanan e û welatiyan hişyar kir. Saçakli got: "Ez dixwazim derbarê mijarekê de welatiyên me hişyar bikim; mixabin serjêkerên nû her cejn derdikevin holê. Em ji vir welatiyên xwe hişyar bikin. Di civîna ku me bi Miftîtiyê re kir, ji bo serjêkirina heywanên mezin 3 hezar lîre û ji bo heywanên biçûk jî 500 lîre xercê serjêkirinê heye, serjêkerên pispor peywirdar in, bila ji wan alîkariyê bixwazin."

Saçakli diyar kir ku wan du tîmên cuda ji bo heywanên revê avakirine, yek ji wan li Borsaya Heywanan a Zindî, ya din jî tîmeke ji bijîşkên beytar pêk tê. Saçakli derbarê amadehiyên din de wiha axivî: "Me paqijiya goristanên xwe ji bo ku welatiyên me karibin di qada goristanê de erkên xwe yên olî bi cih bînin, û amadekirina xwarinên me yên ji bo welatiyên me di roja yekemîn a cejnê de amade kirin. Di cejnê de ji bo gihîştina xwarinên paqij amadehiyên me hene. Di vê çarçoveyê de, xebatên me yên ji bo şîrînîfiroş û nanpêjiyan dest pê kirin. Em ê piştrast bikin ku welatiyên me şîrînî û berhemên ji firinan bi rengekî paqij û di hawîrdoreke tendurist û hîjyenîk de bigirin. Ji bo vê jî me çavdêriyên xwe zêde kirine. Bila ew rehet bin. Di vê mijarê de em bi biryar in. Em ê her tiştê ji destê me tê bikin. Mijareke ku ez di cejnê de bi taybetî bêjim, ne xem e. Welatî rehet bin. Li herêma ku heywan lê tên serjêkirin, bi taybetî bi Midûriyeta Giştî ya Parastina Jîngehê re, her roj li qadê paqijî tê kirin. Yekîneya me ya dermanreşiyê wê xebatên xwe yên ji bo mêş û kezeban bike. Paqijkirina bi avê tê kirin. Û di dawiyê de jî qad bi dezenfektanê tê paqijkirin. Û ev her roj dubare dibe. Ez dixwazim vê yekê bi taybetî ji vir diyar bikim."

"Em ê bi tevahî van deverên gotî ji holê rakin"

Saçakli derbarê serjêkirina qurbanan li derveyî deverên diyarkirî de hişyarî da û got: "Em di vê mijarê de bi Midûriyeta Giştî ya Zabitayê re di têkiliyê de ne. Em ê bi qasî ku pêkan be destûrê nedin vê yekê. Lê bernameyeke me ya wiha jî heye; bêguman piştî îsal em ê li dijî hemû deverên hanê mudaxaleyekê bikin. Plana me ya wiha heye. Me van amadehiyên xwe kirin. Herwiha, ji ber ku wek serjêkirina qaçax tê hesibandin, em bi Midûriyeta Çandiniyê ya Parêzgehê re jî ketin têkiliyê. Di cejnên pêş de em ê wan deverên gotî bi tevahî ji holê rakin. Ez ji niha ve cejna welatiyên me pîroz dikim."

Zabita dê ji bo pêşîgirtina li serjêkirinên qaçax kontrolan bike

Midûriyeta Giştî ya Zabitayê dê li cihên serjêkirin û firotina heywanan tim û tim kontrolan bike, mudaxaleyî karên ku li derveyî cihên diyarkirî yên serjêkirin û firotinê tên kirin bike, û welatiyên ku dixwazin herin cihên serjêkirinê rêber bike.

Tîmên Zabitayê herwiha dê di arîfeya cejnê û roja yekemîn a cejnê de ji bo ku welatî bi rehetî serdana goristanan bikin, tedbîran li dijî firoşkarên gêrînde û daxwazkeran bigirin.

Li cihên serjêkirin û firotina qurbanan xebatên dermanreşiyê

Midûriyeta Giştî ya Parastina Jîngeh û Kontrolê jî dê avêtinên ku li cihên serjêkirin û firotina qurbanan çêdibin ji holê rake. Herwiha dê paqijiya hemû goristanên bajêr bike.

Tîmên Midûriyeta Giştî ya Karên Tenduristiyê jî dê li cihên serjêkirin û firotina qurbanan li dijî kêzikan xebatên dermanreşiyê û dezenfeksiyonê bikin.

Cihên serjêkirin û firotina qurbanan dê bi ava bi zext bêne şûştin

Midûriyeta Giştî ya Agirvemirandinê dê hemû cihên firotin û serjêkirina qurbanan bi ararozan û ava bi zext paqij bike.

Midûriyeta Giştî ya Lênêrîna Rê û Koordînasyona Binesaziyê dê kêmasiyên avahîsaziyê yên ku li deverên diyarkirî çêdibin ji holê rake.

Li deveran dê çeşme û lavabo bên danîn

Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎ jî dê li cihên serjêkirin û firotinê vidanjorekê amade bike da ku pêşî li girtina bîran bigire û tesîsên avê kontrol bike û li cihên diyarkirî lavaboyên destşûştinê bi cîh bike.

Cihên serjêkirina qurbanan ji bo sala 2025'an wiha ne:

1.Sûr - Kombînaya Kamer-Et - Li ser Rêya Mêrdînê

2.Sûr - Kombînaya Guler-Et - Li ser Rêya Mêrdînê

3.Sûr - Borsaya Heywanan a Zindî ya Şaredariya Bajarê Mezin - Li ser Rêya Mêrdînê

4.Baglar - Tesîsên Entegre yên Beymir-Et San. ve Tic. A.Ş. - Taxa Ovûnduler OSB 8.Kolana Hejmar:29/1

5.Baglar - Fermandariya Hêzên Hewayî yên Jetê yên 8. - Cihê Şuştina Otomobîlan - Li ser Rêya Mêrdînê

6.Baglar - Çandiniya Tuna Hayvancilik Besi Çiftligi - Taxa Ovûnduler OSB 5.Kolana Hejmar:10/1

7.Yenîşehîr - Bazargeha TOKÎ ya Uçkuyularê

8.Qada Betonî ya Di Nav Herêma Lojmanên Kurdoglu yên Yenîşehîrê de

9.Pişta Avahiya Rêveberiya Qada Niştecihên Giştî ya Seyrantepe ya Yenîşehîrê, Qonaxa 1.

10.Kayapinar - Li ser Rêya Riha - Lojmanên Ewlehiyê (Kevn) Li kêleka Avahiya Sîstema Germkirinê ya Navendî

11.Kayapinar - Qada Parkkirinê ya Ketina Hejmar 1 ya Stadyuma Bajêr - Talaytepe

Cihên firotina qurbanan ji bo sala 2025'an:

1.Borsaya Heywanan a Zindî ya Şaredariya Bajarê Mezin - Li ser Rêya Mêrdînê

2.Li hemberî Goristana Yenîkoyê Bazara Heywanên Qurbanê - Taxa Yenîkoyê (Malên Îskanê)

3.Li hemberî Stadyuma Bajêr a Kayapinarê - Bulvara Laleşê Kayapinar Talaytepe

4.Çandiniyên Besi yên Taxa Gelî yê Kesk - Rêya Mêrdînê ya Kevin Kîlometre 10.

 

Image Gallery