Beriya Cejna Qurbanê kontrola xurekê hat kirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, beriya Cejna Qurbanê ya nêzîk, li market, firoşgehên şîranî û şekiran kontrol pêk anî.

Yekîneya Kontrol û Çavdêriya Xurekan a Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê bi ekîbên Zabitayê re, beriya Cejna Qurbanê ji bo tenduristî û ewlehiya welatiyan kontrolên xwe didomînin. Di vê çarçoveyê de, kargehên şîranî, beşên şekiran û şîraniyê yên marketên mezin û firoşgehên kengilokan hatin kontrolkirin.

Di kontrolan de, dîrokên qedandinê yên berheman, taybetmendiyên berhemên amade û nîv-amade, depoyên hilberînê û yên sar hatin lêkolînkirin. Li kargehan lêkolînên pêwîst hatin kirin û hat lêkolînkirin ka hilberîn li gorî rêziknameya xurekan e û ka kargeh ji aliyê teknîkî û fîzîkî ve guncaw in.

Şaredariya Bajarê Mezin dê ji bo ku welatî bigihîjin xurekên ewle, kontrolên xwe bidomîne.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Nîsan 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30