Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, tevlî meşa ku bi daxwaza aştiya civakî hatibû lidarxistin bû.
Li Amedê, rêxistinên jinan bi dirûşma "Ji bo aştiya civakî û çareseriya demokratîk jin dimeşin" meşek li dar xistin. Jinên ku ji gelek deverên Tirkiyeyê hatibûn Amedê, li Parka Jiyanê ya Şemse Allak a navçeya Yenîşehîrê kom bûn. Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak, Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari, nûnerên rêxistinên jinan, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek jin tevlî meşê bûn.
Jinên ku pankart û dowîzên daxwaza aştiya demokratîk û civakî hildabûn, ji Parka Jiyanê ya Şemse Allak heta ber Mizgefta Mezin a navçeya Sûrê meşiyan.
Piştî meşê, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari axivî û bal kişand ser vê yekê ku aştiyek ku jin ne beşek jê bin, dê ne aştiyeke mayînde be. Hatîmogullari got, "Em ê bêguman aştiyê li van waran ava bikin. Ji bo avakirina civakeke demokratîk em amade ne her tiştî seferber bikin."
Meş piştî axaftinan bi dawî bû.
Â