Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, beşdarî Kongreya Amedsporê ya Awarte bû û diyar kir ku ew ê ji bo Amedsporê û ji bo tevahiya bajêr kêmasiyên di qada werzîşê de tespît bikin û çareseriyan bibînin.
Kongreya Amedsporê ya Awarte li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê hat lidarxistin. Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, Serokê Klûba Amedsporê Burç Baysal, Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya, parlamenter, hevserokên şaredariyên navçeyan, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û alîgir beşdarî kongreyê bûn.
Hatun: Bila ev ji bo pêşeroja Amedê bibe destpêk
Hevserok Hatun di kongreyê de axivî û bal kişand ser nîqaşên li ser Amedsporê ku pir bi berhemdar derbas bûne û pêşniyarên ku pir xurt in. Hevserok Hatun diyar kir ku ew hêvî dike pêşniyarên hatine kirin bi hemû saziyên Amedê re bên cîbicîkirin û wiha got: “Bila ev ji bo pêşeroja Amedê bibe destpêk. Em biryarên li wir hatine girtin bi cih bînin. Em soz didin ku em ê bi şaredarî û hemû saziyên xwe re ji bo binesaziya Amedsporê tesîseke têr û tije ava bikin. Xebatên me yên fermî qediyan, xebatên din dê gav bi gav bên kirin.”
'Ez serkeftinê ji rêveberiya nû re dixwazim'
Hevserok Hatun diyar kir ku ew ê di sala 2025’an de bingeha tesîsa Amedsporê deynin û got: “Ne tenê ji bo Amedsporê, ji bo tevahiya bajêr, em ê bi şaredariyên xwe yên navendî û navçeyan re kêmasiyên bajarê me di qada werzîşê de tespît bikin û ji perspektîfa rêveberiya xwe ya herêmî gavan bavêjin. Em ê çareseriyan bibînin. Em ê li gorî şiyanên xwe gavên pêwîst, gav bi gav biavêjin. Ev bajar di warê piştgiriya werzîşê de li Tirkiyeyê di rêza 8’emîn de ye, di warê tesîsan de jî di rêza 81’emîn de ye. Eleqeya bajêr ji werzîşê re pir zêde ye. Werzîş ne tenê futbol e. Di heman demê de tîma jinan, tîma astengdaran û gelek şaxên din jî hene. Divê bingeha van jî bê avêtin. Ez serkeftinê ji rêveberiya nû re dixwazim.”
Di hilbijartina ku di kongreyê de hat kirin de, Burç Baysal ji nû ve wekî Serokê Klûba Amedsporê hat hilbijartin.
Hevserok Hatun, di encama dengdanê de di rêza yekemîn de wekî endamê Lijneya Şêwirmendiya Bilind hat hilbijartin.