Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, beşdarî civîna Amedê ya projeya ku ji aliyê Navenda Lêkolînên Kurdî ve tê meşandin, bûn.
Hevserokên Şaredariyê Serra Bucak û Dogan Hatun, di civîna Amedê ya projeya "Empowering Emerging Voices" de ku Navenda Lêkolînên Kurdî ji bo lêkolînerên ciwan dimeşîne, bi ciwanan re hatin cem hev.
Hevşaredar Bucak: Ev xebat wê destê me xurttir bike
Hevseroka Şaredariyê Serra Bucak, di çalakiya ku li Navenda Gastronomiyê ya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê (DTSO) ya Amedê hat lidarxistin de axivî û diyar kir ku bo mirovî rûmet e ku beşdarî xebata ku navend 2 sal in dimeşîne bibe. Hevserok Bucak wiha got: "Helbet em li vê coxrafyayê weke ku me tunebûna her tiştî kişandiye, em pir dixwazin ku lêkolînên akademîk hem qada siyasî hem jî qada civakî bên lkirin, orjînal bin û ronahiyê bidin xebatên li ser vê derê, lê em ji vê yekê bêpar in. Xebateke bi vî rengî wê weke rêveberiyên herêmî û civakê destê me xurttir bike û hevkariyan gengaz bike."
Hevşaredar Bucak, ji kesên ku beşdarî projeyê bûne re serkeftin xwest û ji bo vexwendinê spasiya Navenda Lêkolînên Kurdî kir.
Hevşaredar Hatun: Ev xebat wê rê li ber gelê me veke
Hevşaredar Dogan Hatun jî bal kişand ser girîngiya xebatê û got: "Ez hêvî dikim ku piştî 2 salan bi temambûna vê xebatê re, ev xebat weke xebateke girîng ji bo pêşeroja zimanê me û ji bo herêma me wê rê li ber gelê me veke. Weşanxane û nivîskarên Kurd li Deriyê Çiyê fûarek vekirin, girîng e ku em bi vê xebata xwe wan silav bikin."
Rêveberê Navenda Lêkolînên Kurdî Reha Ruhavioğlu jî spasiya kesên ku beşdarî çalakiyê bûne kir.
Ji bilî Hevşaredar Bucak û Hatun, Parlamenterê CHP yê Amedê Sezgin Tanrikulu û Serokê DTSOyê Mehmet Kaya jî beşdarî çalakiyê bûn.
Â