Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo kursên belaş ên ku dê di demsala havînê de di warên huner û zimên de li dar bixe, dest bi wergirtina qeydan kir.
Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî, dê di mehên havînê de ji bo hemwelatiyan kursên cûrbecûr di warên ziman, muzîk û hunerên dîtbarî de bi awayekî belaş organîze bike.
Di 3 kategoriyan de 17 kurs dê bêne dayîn
Di kursên ziman de zaravayên Kurdî yên Kurmancî û Kirmanckî dê di astên A1 û A2 de bên hînkirin.
Di çarçoveya kursên muzîkê de, perwerdehiyên keman, ney, kaval, klarnet, gîtar, tembûr û bilûra rexî dê bên dayîn, di beşa hunerên dîtbarî de jî dersên resim, seramîk û cam fuziyonê (camên pêkhatî) dê hebin.
Her wiha ji bo zarokan jî di komên temenî yên cuda (4-7) de kursên taybet dê bên organîzekirin.
Qeyd dê online bên wergirtin
Kesên ku bixwazin beşdarî kursan bibin, dikarin ji navnîşana www.dismek.org.tr bi awayê online qeydên xwe bikin.
Â