Rojên Pirtûkên Kurdî, ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve bi boneya 15'ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî li Qada Deriyê Çiyê hatibû lidarxistin, bi dawî bûn.
Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî, bi hevkariya Yekîtiya Weşangerên Kurd (YEWKURD), bi boneya 15'ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî, li Qada Deriyê Çiyê 6 rojan Rojên Pirtûkên Kurdî li dar xist.
Di Rojên Pirtûkan de, ligel weşanxaneyan, komele, weqf, saziyên ziman û çandê û kovarên bi Kurdî hatine weşandin jî beşdar bûn. Di çarçoveya çalakiyan de, weşanxaneyan li ser helbest, zayendiya civakî û zimanê Kurdî gotûbêj li dar xistin.
Di navbera 25'ê Gulanê û 1'ê Hezîranê de, di Rojên Pirtûkên Kurdî de, ligel 33 weşanxaneyên Kurd ên ji bajarên wekî Stenbol, Îzmîr, Wan, Mersîn, Mêrdîn, Batman û Riha yên ji seranserî welat hatin, 45 stant hatin vekirin, ku di nav wan de rêxistinên civaka sîvîl jî hebûn. Di nava 6 rojan de li qada çalakiyê bi beşdariya nivîskaran, panel, gotûbêj, helbestxwendin û rojên îmzeyê yên nivîskaran bi xwîneran re pêk hatin.
Rojên Pirtûkên Kurdî, duh piştî gotûbêja bi navê "Jin û Roman" ku bi beşdariya Nivîskar Rojbîn Perîşan hatibû lidarxistin, bi dawî bû.
Â