Hevşaredaran mîrê kemanê Dilşad Seîd pêşwazî kir

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Serra Bucak û Dogan Hatun, mîrê kemanê yê navdar ê cîhanê Dilşad Seîd pêşwazî kir.

Mîrê kemanê, muzîkjen û bestekarê Kurd ê navdar Dilşad Seîd, serdana Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun kir.

Piştî pêşwaziyê, Hevşaredaran bi Seîd re hevdîtinek pêk anî.

Hevşaredaran, ku li ser çalakiyên çand û hunerê danûstandinên ramanan kirin, kêfxweşiya xwe ji serdanê anîn ziman û tabloyeke bi motîfa Mem û Zîn diyarî Seîdî kirin.

Di serdanê de, Hevberdevkên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Demet Ceylan û Ayhan Karatekin, Seroka Daîreya Çand û Karên Civakî Zeynep Yaş, bi Hevşaredaran re bûn.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Nîsan 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30