Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn, beşdarî vekirina pêşangehekê bûn ku bi boneya salvegera wefata Helbestvan Ahmed Arîf hatibû organîzekirin û diyar kirin ku komkujiya 33 guleyan di dîroka Kurdan de trajediyeke pir mezin e.
Midûriyeta Çand û Karûbarên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin, bi hevkarî digel Weqfa Danasîn, Çand û Piştevaniyê ya Amedê (DÎTAV), bi boneya 34emîn salvegera wefata Helbestvan Ahmed Arîf pêşangehek vekir. Vekirina pêşangeha peykeran ya Hunermend Mehmet Latîf Saglam a bi navê “34emîn Salvegera Ahmed Arîf: Dadgeheke Mezin ji bo 33 Guleyan” li DÎTAV’ê, Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn, hevserokên şaredariyên navçeyan û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl beşdar bûn.
Nivîskar Şeyhmus Dîken, ku li DÎTAV’ê mazûvanî kir, bi bîr xist ku pêşangeh 21 sal berê li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatibû pêşandan û got ku niha careke din bi gelê Amedê re tê cem hev. Dîken destnîşan kir ku Talat Înanç 25 salan li ser helbestên Ahmed Arîf xebitiye û ew wergerandiye Kurdî û wê di demeke nêz de bê weşandin. Hunermend M. Latîf Saglam jî diyar kir ku 33 gule yek ji bûyerên herî girîng ên sembolîk e ku li vê herêmê qewimiye.
Hevşaredar Bûcak: Yên ku helbestên wî dixwînin, nafikirin ku ew miriye
Di vekirinê de Hevseroka Şaredariyê Serra Bûcak axivî û bi bîr xist ku di zarokatiya wê de li mala wan nîqaşa “Gelo Ahmed Arîf ji Sêwregê ye an ji Amedê ye?” dihat kirin û wiha got: “Min gelek salan ew wek Sêwregî nas kir. Min wisa qebûl kir, paşê min fêm kir ku Ahmed Arîf ji Sêwregê, Amedê, Wanê, Payîzavayê, Tirkiyeyî, ji her derê ye. Ew qas di jiyana me de ye, di ciwaniya xwe de min digot, Ahmed Arîf miribû jî, ew nemiriye. Ez bawer dikim ku nifşa niha jî ger wî bixwîne, wisa difikire ku ew nemiriye. Mîna Ahmet Kaya.”
‘Her nifş bi awayekî wan digire’
Hevşaredar Bûcak got, “Hin hunermend, helbestvan, edîb karên wisa di ser demê re dikin û gotinên wisa di ser demê re dibêjin ku qet naçin bin axê.” Û lê zêde kir, “Çimkî her nifş bi awayekî wan digire.”
‘Bila helbesta 33 Guleyan careke din neyê nivîsandin’
Hevseroka Şaredariyê Bûcak diyar kir ku 33 Gule trajediyeke pir mezin e di dîroka Kurdan de û wiha axivî: “Ahmed Arîf, ku ji bo vê trajediya ku di sala 1943’an de qewimî got, ‘Di şerê yek bi yek de têk neçûn’, bi rastî Robozkê jî dîtibû û dema Roboskê qewimî, me Wan, Payîzava, 33 Gule bi bîr anîn. Bêguman hêviya me ew e ku helbesta 33 gule careke din neyê nivîsandin, ji ber ku carekê hat nivîsandin. Bila Robozkê careke din neqewimin. Bila aştî, azadî û hêviya ku ev war heq dike, vegere, şîn bibe, mezin bibe, bibe Ahmed Arîf. Bila mirov ne êşa helbestên Ahmed Arîf, lê pirtûka Leylim Leylim ku ji nameyên evînê yên ku ji Leyla Erbil re hatine nivîsandin pêk tê, û wê rewşa derûnî biaxivin. Bila bi hêvî li paşerojê binêrin.”
Hevşaredar Hatûn: Ahmed Arîf ne tenê helbestên xemgîniyê nivîsandiye
Hevşaredar Dogan Hatûn jî spasiya kesên ku di pêşangehê de keda wan çêbû kir û got: “Bi rastî gava hûn helbestan dixwînin, ez jî bi qasî we kelecanî bûm. Xeyala we cihê xwe girt, me hîs kir. Pêşangeha 33 Gule jî em hestyar kirin. Me ev ruh hîs kir. Digel vê yekê berpirsiyariya me jî gelek zêde bû. Ahmed Arîf ne tenê helbestên xemgîniyê nivîsandiye, di heman demê de gelek berhemên coşdar û pîroz jî pêşkêşî civakê kiriye, divê em van jî bi bîr bînin. Di pêşangehê de tiştekî cuda hebû. Di demeke kurt de tiştekî mîna ku bi salan li ser hatibe xebitandin derket holê. Di nava hefteyekê de ev karên pîroz hatin ber me, ez xîreta wan teqdîr dikim.”