Hişyarî li hemberî şewatên pirêzeyan: Werin em ax û pêşeroja xwe nesojin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li hemberî şewatên pûş û pêloyê yên ku di werza havînê de zêde dibin, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku şewitandina pûş û pelaxî, li dijî hevsengiya xwezayê, cihêrengiya biyolojîk û krîza avhewayê metirsiyek e û bang hat kirin: "Werine em axa Amedê ya bi bereket û cihêrengiya zindiyan bi hev re biparêzin."

Şaredariya Bajarê Mezin, bi destpêka mehên havînê re li hemberî zêdebûna şewatên pûş û pirêzeyan welatî hişyar kirin. Di daxuyaniya Midûriyeta Daîreya Guherîna Avhewayê û Sifir Bermayî de, ya bi sernavê "Ax, hewa û pêşeroja xwe nesojin", hat tekezîkirin ku şewatên pûş û pêloyê ne tenê giyayên hişk, lê bereketiya axê, zindîbûna ekosîstemê û tenduristiya mirovan jî tehdît dikin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku şewatên pûş û pêloyê madeya organîk a axê heta %30 kêm dikin, kapasîteya girtina avê %25 dadixînin û di encamê de berhemdariya çandiniyê heta %20 paşde diçe. Li gorî van daneyan, hat gotin ku şewat ne tenê hilberîna îro, lê ewlehiya xwarinê ya pêşerojê jî dixin xeteriyê.

Bandora wê ya li ser krîza avhewayê gelek mezin e

Di daxuyaniyê de ku referans ji daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê re hat kirin, hat bibîrxistin ku perçeyên hûrik (PM2.5) ên ji şewatên pûş û pirêzeyê derdikevin, tenduristiya nefesê ya bi milyonan mirovan tehdît dikin. Hat diyarkirin ku şewatên ku her sal li Amedê çêdibin, belavî zeviyên cîran dibin û can û malan dixin xeteriyê, di heman demê de bi belavbûna karbondîoksîtê di atmosferê de krîza avhewayê kûr dikin.

Wekî emîsyona egzozê ya salane ya 150 hezar wesayîtan e

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di sala 2021an de belavbûna karbonê ya ku ji şewatên pûş û pelaxê li Tirkiyeyê çêbûye, bi qasî emîsyona egzozê ya salane ya 150 hezar wesayîtan e. Her wiha hat gotin ku cotkar ji ber zêdebûna lêçûnan û bihayên kêm ên kayê pûş û pêloyê dişewitînin, lê ev yek di dirêjahiya demê de dibe sedema zirarên mezin ên jîngehî û aborî. Hat destnîşankirin ku rêbazên domdar ên wekî tevlîkirina pûş û pêloyê di axê de, hilberîna zibilê organîk an jî bikaranîna makîneyên parçekirina stemê, dê hem axê hem jî pêşeroja cotkar biparêzin.

Bang li hemî beşên civakê hate kirin

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemî cotkar û welatiyan hat kirin: "Ax, hewa û pêşeroja xwe bi hev re biparêzin. Şewitandina pûş û pêloyê, li dijî hevsengiya xwezayê, cihêrengiya biyolojîk û krîza avhewayê metirsiyek e. Werine em axa Amedê ya bi bereket û cihêrengiya zindiyan bi hev re biparêzin."

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Hezîran 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30