Li Amedê di meha Gulanê de 989 kargeh hatin venihêrtin

Li Amedê, di meha Gulanê de ji aliyê Koordînasyona Kontrola Xwarinê ya ku bi pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatiye avakirin, 989 kargeh hatin kontrolkirin. Di encama van kontrolan de, 372 kîlogram berhemên xerabûyî û yên ku dîroka wan derbas bûye hatin desteserkirin û der barê 51 kargehan de jî tedbîr hatin girtin.

Midûriyeta Karûbarên Tenduristiyê ji bo ku gel bigihîje xwarina tendurist û ewle, kontrolên xwe didomîne. Di vê çarçoveyê de, Koordînasyona Kontrola Xwarinê ku tê de Midûriyeta Karûbarên Tenduristiyê, Midûriyeta Zabitayê û tîmên şaredariyên navçeyan cih digirin, kontrolên xwe li kargehên wekî xwaringeh, pastexane û imalatxane didomînin.

372 kîlogram berhem hatin desteserkirin

Ji bo parastina tenduristiya gel û dabînkirina gihîştina welatiyan a xwarina ewle, Koordînasyona Kontrola Xwarinê di meha Gulanê de li 989 kargehan kontrol pêk anîn. Di kontrolan de, li 51 kargehan bi giştî 372 kîlogram berhemên xwarinê yên xerabûyî an jî yên ku dîroka wan derbas bûye ji bo tunekirinê hatin desteserkirin û li dijî kargehan li gorî rêziknameyên pêwendîdar tedbîr hatin girtin.

Kontrol ji bo tenduristiya gel dê bidomin

Tîm dê beriya Cejna Qurbanê kontrolên xwe li imalatxaneyên şîranî û şekiranî, û kargehên firotina kakilokan zêde bikin û li dijî rewşên ku tenduristiya gel tehdît dikin, tedbîran bigirin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Hezîran 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30