Hevşaredaran karên asfalt û peyzajê li cî venêrtin

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Serra Bucak û Dogan Hatun, karên asfaltkirinê yên li navçeya Rezanê û karên peyzajê yên li ser Bulwara Mehabadê li cih kontrol kirin.

Serra Bucak û Dogan Hatun, hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, karên asfaltkirin û rêkûpêkkirina derdorê yên ku li bajêr didomin, li cih kontrol kirin. Hevşaredaran, karên asfalt û peyzajê yên li navçeyên Rezan û Peyasê di bin çavdêriyê de girtin û bi xebatkarên qadê re hevdîtin kirin û der barê xebatan de agahî girtin.

Kontrola Asfaltê li Kolana Cengîzler

Hevşaredaran, di çarçoveya xebatên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Lênihêrîna Rê û Koordînasyona Binesaziyê ve ji bo dabînkirina veguhestineke rehettir û ewletir li seranserê bajêr tên meşandin, xebatên asfaltkirinê yên li Kolana Cengîzler a navçeya Rezanê li cih kontrol kirin. Hevşaredaran, li herêmên ku kar lê hatine qedandin, lêkolîn kirin û ji tîmên qadê re serkeftin xwestin.

Peyama Razîbûnê Ji Esnafan

Piştî kontrolkirina asfaltê, hevşaredaran esnafên li ser kolanê ziyaret kirin û li qehwexaneyekê rûniştin û daxwaz û pêşniyarên welatiyan guhdarî kirin. Niştecihên taxê û esnafan, ji xebatên hatine meşandin razîbûna xwe anîn ziman û spasiya hevşaredaran kirin.

Karên Peyzajê li Çerxerêka Dinyayê Didomin

Hevşaredaran, lêkolînên xwe li navçeya Peyasê domandin û karên peyzajê yên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan ve li Çarrêyana Dinyayê ya li ser Bulwara Mehabadê tên meşandin, li cih şopandin. Hevşaredaran, ji rayedaran agahî girtin û ji personelên ku di xebatên bi armanca Amedeke estetîktir û kesk de cih digirin, serkeftin xwestin.

Di kontrolan de, Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Emrullah Gorduk, serokên daîreyên pêwendîdar û endamên meclîsa şaredariyê hevşaredaran re bûn.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Hezîran 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30