Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, paqijîya îbadetgehan, goristanan û cihên serjêkirin û firotina qurbanan temam kir û amadekariyên xwe yên ji bo Cejna Qurbanê qedand. Tîm, di tevahiya cejnê de dê li qadê bin.
Şaredariya Bajarê Mezin, amadekariyên xwe ji bo ku welatî Cejna Qurbanê di hawîrdoreke aram û ewle de derbas bikin, qedand. Tîmên Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê, Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê, Serokatiya Daîreya Zabitayê û Serokatiya Daîreya Agirvemirandinê dê di tevahiya Cejna Qurbanê de li qadê bin.
Tîmên Zabitayê Dê Tedbîran Bigirin
Tîmên Serokatiya Daîreya Zabitayê, bi hev re bi tîmên zabitayê yên hemî şaredariyên navçeyan re, beriya cejnê li seranserê bajêr kontrolên xwe zêde kirin. Li seranserê bajêr kontrolên tund li dijî madeyên teqîner ên mîna patpat, fîşekên hewayî, maytap, torpîl û berhemên ku dîroka wan derbas bûye li marketan têne kirin.
Şeva arefeyê û sibeha cejnê, li goristanên Deriyê Mêrdînê, Şehîtlik û Yenîkoyê jî tedbîrên trafîk û zabitayê dê di asta herî bilind de werin girtin.
Kontrol Li ÃŽmalatxaneyan
Tîmên Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê, beriya cejnê li hemî îmalatxaneyên ku li seranserê bajêr xebatê dikin, kontrolên xwe ji bo ku hilberîn di hawîrdoreke hijyenîk û tendurist de bê kirin, bidomînin.
Tîm, ji bo ku welatî ziyaretên goran di hawîrdoreke paqij de bikin, li goristanan xebat dan destpêkirin. Di xebatên ku yekem car li Goristana Yenîkoyê ya li navçeya Rezanê hatin destpêkirin de, tîman giyayên bejî yên li qada goristanê durîn, paqijiya rêyan kirin û gilêş kom kirin.
Tîmên Serokatiya Daîreya Çêkirin û Lênihêrîna Rêyan û Koordînasyona Binesaziyê jî, xebatên parastin û tamîrkirina rêya di hundirê goristanê de pêk anîn.
Tîmên Agirvemirandinê Dê Di Amadebaşiyê de Bin
Tîmên Serokatiya Daîreya Agirvemirandinê jî, di tevahiya cejnê de li hemberî rewşên şewatê yên ku dibe ku çêbibin, 7/24 li ser peywirê bin.
Tîmên Paqijiyê Dê Li Ser Peywirê Bin
Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê, bi hev re bi tîmên şaredariyên navçeyan re, dê paqijiya hemî rêyên sereke û yên navîn bikin, û di rewşa pêwîst de li ser rêyên sereke yên navendî jî karên şûştinê pêk bînin. Tîmên ku karên paqijî û şûştinê li Kargehên Termînalên Navbajarî yên Amedê (DÎŞTÎ) û otogara navçeyan qedandine, xebatên xwe li seranserê bajêr didomînin.
Paqijiya Mizgeftan Dê Beriya Cejnê Temam Bibe
Ji bo ku gel bikaribe îbadeta xwe di hawîrdoreke hijyenîk de pêk bîne, paqijiya hemî mizgeftên navendî tê kirin. Xebatên paqijiyê yên li mizgeftan dê beriya Cejna Qurbanê temam bibin.
Der barê xebatan de agahî da Rêveberê Şaxê Gilêşan ê Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê Mehmet Baran, diyar kir ku ji ber Cejna Qurbanê ya nêzîk, hemî hewşên mizgeftan, derdora mizgeftan, derdora xaniyên hewariyê, salonên bendeman û bêhnvedanê yên hemî nexweşxaneyan ji bo ku welatî bi rehetî ziyaretên nexweşan û îbadetên xwe pêk bînin, xistine bernameya şûştin û paqijiyê. Baran got ku wan dest bi paqijiyê li ber Midûriyeta Miftîtiya Navçeya Kayapinar, Mizgefta Hezretî Elî û li ber mala hewariyê bi şûştin û sazkirina gilêşdankan li gorî pêwîstiyê kirine.
"Li Cihên Serjêkirina Qurbanan Dê Paqijî û Dezenfekte Bê Kirin"
Baran anî ziman ku ew ê li otogara bajêr, otogarên navçeyên navendî, bazarên heywanan, Borsa Heywanên Zindî û bi giştî li hemî cihên serjêkirina qurbanan karên şûştin û dezenfektekirinê bikin.
"Ji Bo Amedeke Paqij, Destdayîna Hev Gelek Girîng e"
Baran diyar kir ku di çarçoveya bernameyê de armanc dikin ku li ber hemî malên şîn û hewariyan, Cemxaneyan, dêran û medreseyên li bajêr li gorî daxwazan gilêşdankan saz bikin û wiha got: "Di vê çarçoveyê de, bi taybetî bi boneya 'Ji Amedê Hez Dikim Qirêj Nakim' û '5ê Hezîranê Roja Jîngehê ya Cîhanê', ji bo Amedeke paqij, me bi hev re dest dan hev û bi taybetî li Sûrê belavok ji esnaf û malan re belav kirin. Wekî ku me di belavoka xwe de jî diyar kir, girîng e ku welatiyên me rêzê li demjimêrên komkirin û paqijkirina dexel û gilêşan bigirin û di vî warî de piştgiriyê bidin şaredariya me."
Hişyarî Ji Ajokaran û Kesên Dê Pîknîkê Bikin re
Baran di axaftina xwe de ajokaran û welatiyên ku dê pîknîkê bikin jî hişyar kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Bi boneya demsala dirûnê ya nêzîk, girîng e ku ajokar binikên cixareyên xwe ji pencereyên otomobîlên xwe neavêjin, her wiha welatiyên ku pîknîkê dikin jî piştî ku agirê li qada pîknîkê bi temamî hat vemirandin ji wir dûr bikevin. Ger em her qirêjkerî hişyar bikin û her kes destê xwe bide paqijiyê, Amed dê bibe bajarekî paqijtir."
Â
