Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, beşdarî civîna ewil a Encûmena Mîrasa Çandî û Bajarvaniyê ya Konseya Bajêr bû û got, "Dîroka bi hezaran salan, bûyerên qewimîne û avakirina paşerojê meseleya herî girîng e ku divê em herî zêde kedê bidinê."
Piştî destbikarbûna Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Encûmena Bajêr ji nû ve dest bi xebatan kir û xebatên xwe berfireh kirin û encûmena xwe ya 8’an ava kir. Encûmena Mîrasa Çandî û Bajarvaniyê, civîna xwe ya yekemîn a asayî li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê pêk anî.
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin û Konseya Bajêr Dogan Hatun, nûnerên Encûmena Bajêr, rêxistinên civakî yên sivîl û odeyên pîşeyî, û gelek kesên ku di vî warî de xebatan dimeşînin beşdarî civînê bûn.
Sekretera Giştî ya Konseya Bajêr Selvî Tunç, axaftina vekirinê ya civînê kir û derbarê xebatên konseyê yên ji nû ve hatine avakirin, armanc û xebatên ku di dema pêş de têne armanckirin de agahiyên berfireh dan. Tunç diyar kir ku meclîs bi armanca parastina mîrasa çandî ya Amedê, pêşxistina polîtîkayên bajarvaniyê yên saxlem û zêdekirina beşdariya welatiyan di pêvajoyên biryarê de hatine aktîfkirin.
Piştî axaftinên vekirinê, dîwan hate avakirin. Endamê Dîwanê Mahsum Çiya Korkmaz di civînê de axivî û bal kişand ser girîngiya her yek ji heşt meclîsan, nemaze dema ku tawanên bajêr têne ber çavan. Korkmaz anî ziman ku ew bajaran wekî "girên betonê" an "avahiyên giştî" pênase dikin û wiha got: "Em bajaran wekî organîzmayek zindî, wekî mekanên çandê pênase dikin. Divê ew bi demokrasiyê û bi beşdariya rasterast bêne têşekirin."
Endama Desteya Rêveber a Encûmena Bajêr Selma Aslan jî derbarê têkiliya mîrasa çandî û bajêr de pêşkêşiyek kir.
Hevşaredar Hatun: Ragihandina ji nifşên pêşerojê erkê me ye
Hevserok Dogan Hatun di civînê de axivî û bal kişand ser ku ji bo gotûbêjkirina meseleyeke pir girîng civiyane û got: "Dîroka bi hezaran salan, bûyerên qewimîne û avakirina paşerojê meseleyeke ku divê em herî zêde kedê bidinê. Rastî ez nizanim gelo divê ez vê hevokê bibêjim, lê ji ber ku ez xwe berpirsiyar hîs dikim ez ê bibêjim, em li erdnîgariyekê dijîn ku bingeha şaristaniyê lê hatiye danîn. Em li bajarekî dijîn ku yek ji şopên yekem ên derbasbûna jiyana niştecihî ye û jiyaneke berdewamî ya 12 hezar û 500 salan didome. Bê guman tiştekî ku mirov her roj dibîne, ji bo niştecihên bajêr dikare bikeve rewşeke duyemîn, lê xwedîderketina li hin rastiyên ku hatine famkirin û ragihandina wan ji nifşên pêşerojê erkê me hemiyan e."
Hevşaredar Hatun axaftina xwe bi mînaka Qotê Berçêm ê li Erganîya Amedê domand û wiha pê de çû: "Erê, wekî mîrasekê tê dîtin lê zêdeyî nîvê bajêr ew nedîtine. Rastiya Sûreke zêdeyî 5 hezar salî heye ku di lîsteya mîrasa çandî ya UNESCOyê de ye, lê Sûrîçî li ber çavên me ji mirovan xalî kirin. Piştî qedandina bûyerên qewimî, xwedîderketina li wî mîrasî, nirxandina wê bi awayekî rast ne tiştekî ku bi vekirin û girtina çavan re têkildar e."
Di pêvajoya ku di warê siyasî de behsa avakirina sedsalekê tê kirin de, Hevşaredar Hatun got, "Bê guman, plana sedsala nû di wateya mekanî de ji bo paşeroja civaka me erkê me ye," û wiha got, "Divê em vê pêvajoyê bi her kesê ku derbarê paşeroja vî bajarî de xwedî raman e re nîqaş bikin."
Piştî axaftinan, beşdaran pêşniyar û daxwazên xwe yên derbarê mîrasa çandî ya madî û nemadî li bajêr û rewşa mîrasa çandî ya li bajêr de anîn ziman.
Di dawiya civînê de endamên desteya rêveber a ku dê di Meclîsê de cih bigirin hatin diyarkirin.
Â