Hevşaredaran serdana esnafên li Bulvara Dîcleyê kir

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, serdana esnafên li ser Bulvara Dîcleyê ya Peyasê kirin û daxwazên wan guhdarî kirin.

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin, serdanên xwe yên esnafan didomînin. Piştî ku hevşaredaran xebatên asfalt û peyzajê li cih kontrol kirin, serdana esnafên li Bulvara Dîcleyê kirin.

Hevşaredarên ku dikanên li ser Bulvara Dîcleyê geriyan, pirsgirêkên esnafan guhdarî kirin. Hevşaredarên ku daxwazên esnafan qeyd kirin, pirsgirêkên der barê paqijî û peyarêkan de ji bo çareseriyê radestî yekîneyên pêwendîdar kirin.

Hevşaredaran diyar kirin ku ew piştî gelek salan hewl didin ku bajêr ji nû ve rakin ser piyan û xebatên xwe bê navber dê bidomînin.

Di dema serdanê de, Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Emrullah Gorduk, Alîkarê Sekreterê Giştî Azîz Ozdogan, serokên daîreyan û endamên meclîsê bi hevşaredaran re bûn.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Hezîran 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30