Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê xebatên asfaltkirinê yên ku li Kolana Cengîzlar û Bulvara Aydin Arslan a navçeya Rezanê dabû destpêkirin, bi dawî kir.
Serokatiya Daîreya Koordînasyona Binesaziyê û Lênihêrîna Rêyan, bulvar û kolanên ku li seranserê bajêr ji ber şert û mercên hawîrdorê û hewayê xirab bûne, nû dike û dixin ber xizmeta welatiyan.
Di vê çarçoveyê de, tîmên Şaredariya Bajarê Mezin li Kolana Cengîzlar û Bulvara Aydin Arslan a navçeya Rezanê xebatên asfaltkirinê meşandin. Tîman, di serî de li cihên ku xebat dihatin meşandin, qata asfaltê ya kevnar û xirabûyî rakirin.
6 Hesar û 300 Ton Asfalt Hat Danîn
Tîman piştre li Kolana Cengîzlar a bi dirêjahiya hezar û 100 metreyan, bi tevahî 3 hezar ton asfalt danîn, û li Bulvara Aydin Arslan a bi dirêjahiya hezar û 200 metreyan jî 3 hezar û 300 ton asfalt danîn. Tîman, bi xebatên xwe yên li du cihên cuda, bi tevahî 6 hezar û 300 ton qata asfaltê ya cilkirinê danîn.
Kolana Cengîzlar û Bulvara Aydin Arslan, piştî ku xetên rê hatin kişandin, ji bo trafîkê hatin vekirin.
Xebat Dê Bidomin
Şaredariya Bajarê Mezin, dê li ser rêyên navenda bajêr û rêyên gundên ku xirab bûne û temenê wan qediyaye, xebatên nûkirinê bidomîne.
Â