Hevşaredaran guh dan esnafên taxa Huzurevleriyê

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, serdana esnafên taxa Huzurevleri ya navçeya Kayapinarê kirin û guh dan daxwaz û pêşniyarên wan.

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, serdana esnafên Kolana Dr. Sitki Goral a li taxa Huzurevleri ya navçeya Kayapinarê kirin û der barê xebatên bajêr de nêrînên xwe dan û standin. Hevşaredar Bucak û Hatun, ji bo çareserkirina pirsgirêkên wekî dermanreşandin, paqijî, binesazî û tiryakîtiyê ku welatiyan anîn ziman, yekîneyên têkildar peywirdar kirin.

'Divê em bi hev re biparêzin û xwedî derkevin'

Hevşaredaran, ku daxwaz û pêşniyarên welatiyan girtin, bal kişandin ser girîngiya piştgiriya bi hev re ji bo pirsgirêkên wekî dagirkirina peyarêkan, paqijî û yên bi vî rengî, û gotin, "Divê her kes erkê xwe yê li ser paqijiya jîngehê, paqijî û dagirkirina peyarêkan bi cih bîne. Divê em hevdu biparêzin, xwedî derkevin û di nava piştgiriyê de bin. Divê em çandeke paqijiya jîngehê ava bikin. Ger her kes cihê ku lê rûniştî an jî lê dimîne paqij bike, bajêr dê xweşiktir bibe, dê paqijtir û ewletir bibe."

Hevşaredar Bucak, anî ziman ku ji bo hewcedariya pirtûkxaneyê ya bajêr xebatan dimeşînin û got, "Em ê li gorî hewcedariya bajêr xebatan zêde bikin." Welatiyan jî bal kişandin ser ku ji pêşketinên di çareseriya pirsgirêka Kurd de hêvîdar in û bi Hevserokan re nêrînên xwe dan û standin.

Hevşaredaran cejna esnaf û welatiyan pîroz kir

Hevşaredar Bucak û Hatun, piştî ku daxwaz û pêşniyarên esnaf û welatiyan girtin, Cejna Qurbanê li wan pîroz kir û hêvî kirin ku cejneke xweş derbas bikin.

Di serdanê de endamên meclîsê jî Hevşaredaran re bûn.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Hezîran 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30