Hevşaredaran mazûvaniya sporvanan kir

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn, lîstikvanên Tîma Hentbolê ya DBB û Tîma Voleybolê ya Astengdarên Ortopedîk ên Amedê, li cihê xwe qebûl kirin.

Pîrozî li tîma hentbolê kirin û serkeftinên nû jê re xwestin

Hevşaredar Bûcak û Hatûn, Tîma Hentbolê ya Belediyesporê ya Bajarê Mezin ku di Lîga 2. ya Federasyona Hentbolê ya Tirkiyeyê de bêyî têkçûn bû şampiyon û derket Lîga 1ê, pîroz kir. Hevşaredaran kêfxweşiya xwe ji performansa bilind a werzişvanan a di tevahiya sezonê de nîşan dan anîn ziman û ji bo sezona nû jî serkeftin ji bo wan xwest.

Serdana piştgiriyê ji bo tîma voleybolê ya astengdaran

Di çarçoveya hevdîtinan de, Hevşaredar Serra Bûcak, bi Serokê Klûba Tîma Voleybolê ya Astengdarên Ortopedîk a Amedê Nîzamettîn Karaçam û endamên rêveberiya klûbê re civiya. Karaçam, berî maça fînalê ya ku dê li Qeyseriyê pêk were, formaya tîmê diyarî Hevşaredar Bûcak kir. Hevşaredar Bûcak jî ji tîmê re serkeftin ji bo maça fînalê xwest.

Kesên hazir bûn di serdanê de

Di qebûlkirina werzişvanan de, Alîkarê Sekreterê Giştî Serdar Bakiroglu, Serokê Daîreya Xizmetên Ciwanî û Werzişê Baran Yilmaz, Serokê Daîreya Xizmetên Astengdaran û Kalûpîran Îsmaîl Degîrmencî û endamên Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin, Hevşaredaran re bûn.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Hezîran 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30