Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, beriya Cejna Qurbanê, ji bo 5 hezar welatiyên xwedî Karta Civakî bi giştî 15 milyon TL (her yekê 3 hezar TL) razand ser hesabên wan, her wiha ji bo hezar û 850 malbatan jî qutiyên tijî berhemên xwarinê yên bingehîn gihandin.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin, xebatên xwe yên ji bo welatiyên ku ji ber sedemên aborî û civakî hewcedarî alîkariyê ne, didomîne. Li gorî serlêdanên takekesî yên ji bo şaredariyê û agahiyên ku ji aliyê weqfên alîkariya civakî û piştgiriyê yên navçeyan ve hatine şandin, malbatên serlêder li cî tên lêkolînkirin û di bernameya piştgiriyê de cih digirin.
Alîkariya neqdî bi awayekî rêkûpêk tê dayîn
Beriya cejnê, 3 hezar TL ji bo 5 hezar welatiyên ku di sîstema Karta Civakî de cih girtine, hatin razandin. Ev alîkarî, salê çar caran bi awayekî rêkûpêk tê dayîn.
Ji bo hezar û 850 malbatan piştgiriya xurekê
Wekî din, ji bo hezar û 850 malbatên ku hewcedariya wan bi piştgiriya xwarinê heye, qutiyên xwarinê yên ku tê de pêdiviyên bingehîn hene, hatin gihandin.
Â