Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, di vekirina civîna meclîsê de axivî û destnîşan kir ku çavdêriyên kontrola avahiyan ên şaredariyan dê bi cidiyeteke mezintir werin avakirin. Bucak herwiha xwest ku şaredarî û rêxistinên pîşeyî yên têkildar, pêvajoyên destûrên rexsetê bi hûrgilîtir bimeşînin.
Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, rûniştina yekem a civîna xwe ya asayî ya meha Hezîranê li salona meclîsê pêk anî. Civîn bi serokatiya Hevseroka Şaredariyê Serra Bucak hat lidarxistin û endamên meclîsê beşdar bûn.
Peyama sersaxiyê ji bo şewatê
Hevşaredar Bucak di destpêka civîna meclîsê de, şewata li Sîteya Rojava ya Taxa Firatê ya navçeya Kayapinarê bi bîr xist û got: "Mixabin li bajarê me felaketeke şewatê qewimî û mixabin di vê felaketê de 4 kesên ji heman malbatê jiyana xwe ji dest dan. Ji Xwedê ji bo wan rehmê û ji bo malbatên wan jî sebirê dixwazim."
Bucak bal kişand ser wê yekê ku piştî niha, çavdêriyên kontrola avahiyan ên şaredariyan dê bi cidiyeteke mezintir werin kirin û wiha axivî: "Pêvajoyên destûrên ruxsetê, hem ji aliyê şaredariyên me yên navçeyan, hem ji aliyê şaredariya me ya bajarê mezin, hem jî ji aliyê rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên pîşeyî yên têkildar ve, divê bi hûrgilîtir û bi cidiyeteke mezintir werin meşandin da ku rê li ber qezayên wiha werin girtin. Ji ber ku destûrên ku ji avahiyan re tên dayîn, mixabin piştî salan wekî qadeke dijwar û ji bo vemirandina agir qadeke ne bi hêz derdikevin pêşiya me."
'Em ê encamên lêpirsînê bi raya giştî re parve bikin'
Hevserok Bucak, bal kişand ser lêpirsîna îdarî ya derbarê yekîneya îtfaiyeyê de hatibû vekirin û got ku ew ê lêpirsînê bi lez biqedînin û encamên wê bi raya giştî re parve bikin da ku bi hev re binirxînin.
Di dawiya axaftina xwe de, Hevserok Bucak ji bo Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Manîsayê Ferdi Zeyrek ku ji ber herikîna elektrîkê jiyana xwe ji dest dabû, rehm û ji malbatên wî re jî sersaxî xwest.
Â