Li Rezanê Pirtûkxaneyên Sîma Semend û Erebê Şemo hatin vekirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Rezanê, li navçeya Rezan du pirtûkxaneyên nû bi navê nivîskara Kurd Sîma Semend û yek ji nivîskarên girîng ên edebiyata Kurdî Erebê Şemo vekirin. Hevşaredaran di vekirinê de ragihandin ku wê 8 pirtûkxaneyên din jî bên vekirin.

Bi dirûşma "Ji her taxekê re pirtûkxaneyek" ve, yekemîn pirtûkxane li Taxa Selahedîn Eyyûbî bi navê Pirtûkxaneya Sîma Semend û ya din jî li Taxa Yenîkoyê bi navê Pirtûkxaneya Erebê Şemo ketin ber xizmetê. Armanc ji vekirina van pirtûkxaneyan ew e ku hem hafizeya jinê bê parastin û hem jî gihîştina zarok û ciwanan a bi agahiyan bê xurtkirin.

Di merasîma vekirinê de, Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, digel Hevşaredarên Şaredariya Rezan Leyla Ayaz û Sîraç Çelîk, û herwiha gelek welatî amade bûn. Piştî axaftinan, hevşaredar li hundirê pirtûkxaneyan geriyan û der barê xebatan de agahî girtin.

Hevşaredaran daxwazên gel anîn ziman

Hevşaredarê Şaredariya Rezanê Sîraç Çelîk, soza xwe ya bicihanîna daxwazên gel di dema hilbijartinê de bi bîr xist û got, "Îro em pir kêfxweş in. Em bi Şaredariya Bajarê Mezin re bi hev re vekirina pirtûkxaneyê dikin. Lê ev têrê nake, xebatên me wê bidomin; armanca me ew e ku ciwan xwe, çanda xwe nas bikin û riya me ronî bikin. Di vê çarçoveyê de em ê xebatên xwe bidomînin. Ev ji bo me pir girîng e, ciwanên me çi ji me bixwazin em ê wê bikin. Em soza vê didin."

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak jî destpêka axaftina xwe anî ziman ku ew bi qasî Şaredariya Rezan bi heyecan û kêfxweş in û got, "Em ê li taxên xwe bi pirtûkxaneyên xwe, bi Navendên Jiyana Jinan, bi navendên xwe yên etûtê re, mezin bibin û pêşve bibin, xizmetên xwe yên herêmî bidomînin. Em yekemîn vekirina projeya pirtûkxaneyên hevpar bi dirûşma 'Ji her taxekê re pirtûkxaneyek' pêk tînin. Ji bo her kesî ser xêr be, bila bibe cihê xwendineke xweş."

Rezan dîsa dibe "Şaredariya Yekemîn"

Hevşaredar Bucak bal kişand ser wê yekê ku van xebatan bingehek pir kevnar heye û bi bîr xist ku ji sala 1999an heta sala 2016an, dema ku qeyûm hatin tayînkirin, qadên wek pirtûkxane, navendên etûtê û navendên jiyanê hem li çar navçeyên navendî hem jî li Şaredariya Bajarê Mezin bingeha xebatan pêk anîne. Bucak destnîşan kir ku Rezan bi piştgiriya xwe ya ji zarok û ciwanan re bûye "şaredariya yekemîn" û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Pêkanîna vê bingehê û domandina vê mîratê ku di wan deman de hatibû avêtin, Şaredariya Bajarê Mezin jî beşdarî vê kir, ji bo me rûmet e. Riya me hemûyan vekirî be, ji bo zarok û ciwanan ser xêrê be."

Li Taxa Yenîkoyê di merasîma vekirinê de, Hevşaredara Şaredariya Rezan Leyla Ayaz jî diyar kir ku van projeyan heyecaneke mezin daye xebatên wan û got, "Bi taybetî em dizanin ku li Rezan daxwaza xwendin û nivîsandinê pir zêde ye. Li Rezan 8 projeyên me yên pirtûkxaneyê hene. Hema hema em ê li her taxê ji bo her ciwanekî qadên ku ew dikarin herinê, biafirînin. Em spasiya Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin dikin ku piştgiriya xwe ji me kêm nekirin. Navên ku me dane pirtûkxaneyan, ji ber têkoşînên wan ên ji bo dîrok û wêjeya Kurdî, ji bo me mîras û ronahî ne, ji bo gelê me xêr û xweşî be."

Ji bo pêşerojê gavên hêvîbexş

Hevşaredar Dogan Hatun jî di vekirinê de spasiya Şaredariya Rezan kir û got, "Li kîjan kolana Rezanê, kengî ciwanek, dayikek daxwazekê bike, berî her tiştî wiha dibêje: Cihê xwendin û perwerdehiyê ji bo zarokên me. 30 sal berê, di sala 1999an de jî wisa bû, niha jî wisa ye. Navçeya me ya Rezan dixwaze di warê perwerdehiyê de pir pêşve biçe. Lê mixabin di aliyê aborî de zehmetiyên mezin dikişîne, em vê dibînin. Hevalên me di sala 1999an de çawa dest pê kirin, em jî domdariya wan in. Li ku derê kêmasî hebe, em ê pêşî wê kêmasiyê ji holê rakin, paşê jî em ê li ser wê zêde bikin. Di çarçoveya plansaziya îsal de, 8 cih ji bo perwerdehiyê wekî pirtûkxane hatin terxankirin. Du ji wan îro ketin ber xizmetê. Ji bo ciwanan, ji bo gelê Amedê pîroz be. Em bi biryar û sebir dixebitin. Em hêvîdar in, em çiqas zêdetir cihên perwerdehiyê zêde bikin, em ê ew qas xurtir bibin. Em bawer dikin ku di van pirtûkxaneyan de gelek nivîskar û ramanwerên mîna Erebê Şemo wê bigihîjin û ji bo civakê berhemên hêja binivîsin. Bi vê yekê re, wê pêşeroja zimanê me, civaka me û çanda me bikeve bin ewlehiyê."

Hevşaredar Hatun, bal kişand ser wê yekê ku pirtûkxane qada ciwanan e û wiha axivî: "Em dizanin ku ev gavek piçûk e lê wê derî li gavên pir mezin veke. Ramanên xwe, nêrînên xwe ji me re bînin, em ê gav bi gav ji wan re çareseriyê bibînin. Em ê bi gelê xwe re bajarê xwe ji nû ve ava bikin; em ê bi çand, ziman û wêjeya xwe dîsa azad bikin."

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Hezîran 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30