Hevşaredaran deverên 2 pirtûkxaneyên nû lê tên vekirin lêkolîn kirin

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, bi Hevşaredarên Şaredariya Rezanê re, herêmên 2 pirtûkxaneyên ku li Rezan tê plankirin bên vekirin, li cihê xwe lêkolîn kirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Rezan, di çarçoveya projeya "Ji her taxekê re pirtûkxaneyek" de, ku armanca wê vejandina jiyana çandî li taxan û peydakirina qadên xwendinê ji bo ciwanan e, li Rezan ji bilî pirtûkxaneyên Sîma Semend û Erebê Şemo yên ku berê hatine vekirin, 2 projeyên pirtûkxaneyan ên din jî bi cih tînin.

Armanc ew e ku bi van pirtûkxaneyên ku wê li Taxên Fatih û Şêx Şamîl bên avakirin, ciwan, zarok û jin bikaribin ji van deveran sûd werbigirin.

Qada 300 metrekare wê bibe pirtûkxane

Li Taxa Fatihê, qadeke bi tevahî 300 metrekare ku ji qatê zemîn û bodrumê pêk tê, wê ji aliyê Şaredariya Rezan ve bi xebatên sêwirandin, nexşeya teknîkî û konseptê ve bibe pirtûkxane. Tamîr û parastina avahiyê jî wê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve bê kirin.

Pirtûkxaneya Mestûre Erdelan

Qada 221 metrekare ya li qata zemîn a Apartmana Çîçekê ya li Taxa Şêx Şamîlê jî, wê dîsa ji aliyê Şaredariya Rezan ve bê projekirin û bi tamîr û parastina Şaredariya Bajarê Mezin ve bibe "Pirtûkxaneya Mestûre Erdelan".

Lêkolîn li 2 herêmên pirtûkxaneyê

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, bi Hevşaredarên Şaredariya Rezan Leyla Ayaz û Sîraç Çelîk re, her du pirtûkxaneyên ku di rojên pêş de wê bên restorekirin, li cihê xwe lêkolîn kirin û der barê xebatan de agahî girtin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Mijdar 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30