Ji bo xwendekarên diçin ezmûna LGS'ê otobûs bêpere ye

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dê ji bo xwendekarên ku dê beşdarî Ezmûna Derbasbûna Lîseyan (LGS) bibin, xizmeta veguhestina giştî ya belaş dabîn bike. Herwiha tîmên Serokatiya Daîreya Kontrol û Parastina Jîngehê jî beriya ezmûnê dest bi çavdêriyên dengê kirin.

Veguhestina belaÅŸ ji bo xwendekaran

Serokatiya Daîreya Veguhestinê, biryarek li ser veguhestina xwendekarên ku dê di 15'ê Hezîranê, Roja Yekşemê, beşdarî Ezmûna Derbasbûna Lîseyan (LGS) bibin, girt. Ji bo hêsankirina xwendekaran, otobusên şaredariyê dê di roja ezmûnê de belaş xizmetê bidin.

Ji bo ku xwendekar di rûniştinên ezmûnê yên roja Yekşemê de ji wesayîtên şaredariyê bi belaş sûd werbigirin, tenê pêwîst e ku belgeya xwe ya têketina ezmûnê nîşan bidin.

Li dijî bilindiya dengî dorhêla dibistanan hat çavdêrîkirin

Ji bo ku xwendekarên ku dê beşdarî LGS'ê bibin di dema ezmûnê de ji dengên hawîrdorê aciz nebin û bala wan belav nebe, tîmên girêdayî Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrolkirina Jîngehê jî li dijî bilindiya dengî ketin nav tevgerê.

Tîmên ku di çarçoveya "Rêziknameya Kontrolkirina Dengê Jîngehê" de çavdêrî dikin, ji bo ku xwendekar ji deng aciz nebin, kargeh agahdar kirin û tedbîrên ku dê ji bo pêşîlêgirtina bilindiya dengî werin girtin, vegotin. Tîmên ku li cihên şahiyê, qadên şantiyeyan û avahiyan ên li dora dibistanan geriyan, ji rêveberên şantiyeyan xwestin ku ji bo ezmûnên ku dê pêk werin, roja Yekşemê karên xwe bidin sekinandin û bêtir bêdeng bixebitin.

'Tîmên me dê li qadê bin'

Derbarê xebatan de agahî da, Midûrê Şaxa Bermahiyên Zexm ê Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrolkirina Jîngehê Mehmet Baran, anî ziman ku tîmên wan ji bo ku keda xwendekaran pûç neçe daketine qadê û got ku di rojên ezmûnan de dê tevahiya rojê li qadê bin û li dijî deng tedbîran bigirin. Baran wiha got: "Tîmên me dê li seranserê parêzgeha me li qadê bin da ku rê nedin deng derkeve. Ji bo girtina tedbîrên pêwîst em xebatên xwe li qadê û li dora dibistanan dimeşînin."

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Hezîran 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30