Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di navbera taxên Habeşî û Deriyê Çiyê de rêgeyeke nû ya veguhestina giştî ava kir. Ev xizmet wê di 16ê Hezîranê de bi 6 wesayîtan dest pê bike.
Midûriyeta Giştî ya Veguhastinê xebatên xwe didomîne da ku welatî karibin bi awayekî ewle, rehet û bi hêsanî veguheztinê bikin. Şaredariya Bajarê Mezin ev rêgeha nû ava kir da ku bersivê bide hemî hewcedariyên veguhestina giştî yên welatiyan, bi taybetî ji bo niştecihên xaniyên TOKÎ yên Habeşî yên nû hatine çêkirin, di warê nexweşxane, perwerdehî, tenduristî û bazirganiyê de.
Agahiyên vê rêgehê
Rêgeha nû, ku bi koda "Y3" hatî nasîn, wê di navbera xaniyên TOKÎ yên Habeşî û Deriyê Çiyê de bixebite, di gelek cihên girîng re derbas bibe:
Habeşî - 500 Evler - Tepeşehir Işıkları - Hashavar Cad. - Piyale Düğün Salonu - Ahmet Kaya Cad. - Yeşil Dalı Okulları - Hamravat Evleri - Heskif Cad. - Eski Siverek Cad. - Şantiyeya Şaredariya Rezan - Kamışlı Bulvarı - Mehmet Uzun Cad. - Zümrütkent - Goristana Yeniköy - Huzur Kent Cad. - Qeymeqamtiya Rezan - Kuruçeşme - Alay - Pira Alîpinar - Îstasyon - Ofîs – Deriyê Çiyê.
Xizmeta nû wê di Duşemê, 16ê Hezîranê de dest pê bike. Sefer dê serê sibê saet 06.30 herdu aliyan hevwext dest pê bike û dê serê 30 deqe carekê otobûs rabe. Sefera dawîn dê di 19.30ê de be.
Â