Cenazeyê Ayşe Şanê piştî 29 salan hate Amedê

Cenazeyê hunermenda navdar Ayşe Şan, bi piştgirîya Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, 29 sal piştî wefata wê, anîn Amedê û li Goristana Yenîkoyê bi merasîmekê, ku Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun jî beşdar bûn, hate veşartin. Hevşaredarên Bajarê Mezin diyar kirin ku ew ê ji bo hemû hunermendên ku cenazeyên wan li axa zikmakîya wan nînin, heman hewldanan bidin destpêkirin.

Cenazeyê hunermenda navûdeng Ayşe Şanê, ku wekî "Qralîçeya Bê Tac" a muzîka Kurdî tê binavkirin, 29 sal piştî wefata wê, anîn bajarê wê Amedê. Cenazeyê Ayşe Şanê, ku di 18ê Kanûna Pêşîn a 1996an de li Îzmîrê jiyana xwe ji dest dabû, li Derîyê A yê Balafirgeha Amedê ji alîyê malbata wê, Hevşaredarên Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Hevşaredara Şaredarîya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal (ku bi biryara Wezareta Navxweyî ji wezîfeyê hatibû dûrxistin û qeyûm li şûna wê hatibû tayînkirin), hevşaredarên şaredarîyên navçeyan, Parlamenterê DEM Partîyê yê Amedê Serhat Eren û nûnerên sîyasî ve hate pêşwazîkirin.

Bi pêşengîya jinan heta cihê veşartinê hate birin

Cenazeyê ku ji balafirgehê anîbûn Goristana Yenîkoyê, bi pêşengîya Hevşaredar Serra Bucak û jinan hate birin cihê veşartinê. Di merasîma veşartin û bîranînê ya ku li Goristana Yenîkoyê hate lidarxistin de, ligel Hevşaredaran, sîyasetmedar, kesên ku di warê çand û hunerê de xebat dimeşînin û bi sedan kes beşdar bûn. Tabûta Şanê ji alîyê Hevşaredaran û welatîyan ve li ser milan heta goristanê hate hilgirtin.

Piştî merasîma veşartinê, li ser gora Ayşe Şanê, kilamên wê hatin gotin. Dû re kulîlk li ser gora Ayşe Şanê hatin danîn.

"Êdî emanetî kurdan e"

Kurê Ayşe Şanê Murat Kersen, di merasîma bîranînê de spasiya her kesî kir û got ku Ayşe Şan êdî emanetî kurdan û hevwelatîyên wê ye.

"Sirgûnî û êşeke mezin jîya"

Dostê malbata Ayşe Şanê Yuksel Avşar jî bal kişand ser vê yekê ku her kesî di anîna cenazeyê Ayşe Şanê de beşdarî kiriye û got, "Ev daxwaza vî gelî bû, niha me ew sipart ber dilê dayîka wê. Gelê Kurd wê wekî dil û wijdana xwe xwedî lê derkeve. Xwezî 30 sal berê me anîbûya, sirgûnî û êşeke mezin jîya."

Hevşaredar Bucak: Ji sala 2007an ve xebat tên kirin

Hevşaredara Şaredarîya Bajarê Mezin Serra Bucak, di axaftina xwe ya di bîranînê de, bal kişand ser vê yekê ku malbata Şan û Platforma Yekîtîya Jinên Kurd ji sala 2007an ve van xebatan dimeşînin û got, "Em ê xwedî li gora wê derkevin, êdî li mala xwe ye, li welatê xwe ye. Ji ber vê yekê em gelekî bi rûmet û serbilind in."

Hevşaredar Bucak, axaftina xwe bi gotinên stranekê Ayşe Şanê bi dawî kir.

Hevşaredar Hatun: Ayşe Şan hat ser warê jidayikbûna xwe

Hevşaredarê Şaredarîya Bajarê Mezin Dogan Hatun jî diyar kir ku Ayşe Şan anîn axa ku lê hatibû dinyayê û got, "Mêvanîya wê qedîya, hat axa jidayikbûna xwe. Em soz didin; çiqas hunermendên me hebin ku cenazeyên wan ne li vir in, em ê cenazeyên wan bînin ser axa wan. Hesreta 29 salan bi dawî bû. Em bi navê gelê xwe spasiya her kesî dikin. Ji niha û pê ve em ê wesîyeta hunermendên din jî bînin cî."

Merasîma bîranînê piştî axaftinan bi dawî bû.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Hezîran 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30