Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ragihand ku ew ê xizmeta veguheztina giştî ji bo xwendekarên ku di navbera 21-22'ê Hezîranê de beşdarî Ezmûna Saziyên Xwendina Bilind (YKS) dibin, belaş cîbecî bike.
Bi biryara Serokatiya Daîreya Veguheztinê, xwendekarên ku dê beşdarî Ezmûna Saziyên Xwendina Bilind (YKS) bibin, ku dê roja Şemiyê 21'ê Hezîranê û Yekşemê 22'yê Hezîranê were lidarxistin, dê di roja ezmûnê de ji xizmetên veguheztina giştî ya şaredariyê belaş sûd werbigirin.
Xwendekarên ku dê beşdarî ezmûnê bibin, di navbera demjimêr 07.00-17.00’an de, heke belgeyên xwe yên têketina ezmûnê nîşan bidin, dê bikarin wesayîtên veguheztina giştî yên şaredariyê belaş bi kar bînin.
Tîmên zabitayê dê xwendekaran bigihînin cihê ezmûnê
Tîmên girêdayî Serokatiya Daîreya Zabitayê jî dê di nav 2 rojan de xwendekaran ji otogarên bajêr û navçeyan bigihînin cihên ezmûnê. Tîm dê amade bin ku xwendekarên ji navçeyên gundî tên navenda bajêr, yên ku bajêr kêm nas dikin an jî nikarin wesayîtê peyda bikin, dereng nemînin.
Derdora dibistanan hat kontrolkirin
Ji bo ku xwendekarên ku dê beşdarî YKS’ê bibin di dema ezmûnê de ji dengên hawîrdorê aciz nebin û bala wan belav nebe, tîmên girêdayî Serokatiya Daîreya Parastina Jîngehê û Kontrolê, berî ezmûnê dest bi kontrolkirina qirêjiya deng kirin.
Tîmên ku di çarçoveya "Rêziknameya Kontrolkirina Dengê Hawîrdorê" de kontrolan dikin, li karsazî, cihên şahiyê, qadên şantiye û înşaetê yên li derdora dibistanan geriyan û ji bo ku xwendekar ji deng aciz nebin agahî dan û hişyarî kirin.
Tîmên Serokatiya Daîreya Parastina Jîngehê û Kontrolê û Serokatiya Daîreya Zabitayê, dê di dawiya hefteyê de di nav 2 rojan de li hemberî deng li derdora dibistanan çalak bin.
Â