Atolyeyên havînê yên zarokan dest pê dikin

Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, di dema havînê de ji bo zarokên 7-12 salî, di 8 qadan cuda de, atolyeyên zarokan ên bêpere li dar dixe.

Midûrtîyên Daîreya Çand û Karûbarên Civakî û Daîreya Xizmetên Civakî, bi mebesta pêşxistina zarokan û anîna wan ba hunerê, dê di 8 qadên cuda de atolyeyên belaş ên zarokan organîze bikin. Bi bernameyeke hevpar, di mehên Tîrmeh û Tebaxê de, dê ji bo zarokan atolyeyên zimanê Kurdî (Kurmancî-Kirmanckî), kodkirina robotîk, resim, muzîk, lîstikên zarokan ên kevneşopî, rîtm, lîstikên hiş-jîrî û dramayê bên vekirin.

Perwerdehîyên di atolyeyên ku dê li Sumerparkê bên lidarxistin, dê ji alîyê perwerdekarên Midûrtîya Şaxa Pêşxistina Ziman, Midûrtîya Şaxa Konservatuarê û Midûrtîya Şaxa Zarokan ve bêne dayîn.

Bernameya xebata atolyeyan, ku dê her rojên hefteyê bêne kirin, wekî 8 hefteyan hate plankirin.

Serlêdan dê ji ser DÎSMEKê bên girtin

Zarokên ku dixwazin ji kursan sûd werbigirin, dê di navbera 17-30ê Hezîranê de, bi rêya malpera dismek.org.tr, bi riya dêwbavên xwe qeyda xwe çêkin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Hezîran 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30