Hevşaredar Hatun: Bi hevkariya gel em dikarin gundên xwe ji nû ve ava vikin

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, tevlî daxuyaniya Komeleya Şopandin û Lêkolîna Koçberiyê ya Mezopotamyayê (GOÇ-DER) ya li navçeya Pîranê bû û got, “Ez bang li gelê me dikim; em dikarin bi hev re gundên xwe ji nû ve ava bikin.”

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin Dogan Hatun, ji ber Hefteya Koçberiyê tevlî daxuyaniya çapemeniyê ya Komeleya Şopandin û Lêkolîna Koçberiyê ya Mezopotamyayê (GOÇ-DER) ku li taxa Xaçeka navçeya Pîranê hatibû lidarxistin bû.

Di daxuyaniyê de Hevseroka Bajêr a DEM Partiyê Gulşen Ozer, Hevserokê GOÇ-DER'ê Murat Sari, hevserokên şaredariyên navçeyan, endamên meclîsê, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl amade bûn. Hatun anî ziman ku gund di sala 1993'an de hatiye valakirin û got, “Çawa ev gund hatin şewitandin, gundî çawa hatin koçberkirin, çi hat serê wan, ev hemû di bîra me de zindî ne.”

Hevserok Hatun, girîngiya xebatên GOÇ-DER’ê destnîşan kir û wiha got: “Ez hevalan pîroz dikim, karekî pir bi hêz û pîroz dimeşînin. Bi rastî jî ji bo tiştekî ne dereng e. Duh şewitandin, em dikarin îro ava bikin. Duh hilweşandin, em dikarin ji nû ve ava bikin. Duh zor dan me ku em koç bikin, îro em dikarin dîsa vegerin. Bi rastî jî, di vê pêvajoya aştiyê de em dikarin civaka demokratîk ji nû ve ava bikin. Ew hêz di destê me de ye.”

 ‘Em dikarin gundên xwe ji nû ve ava bikin’

Hevserok Hatun, diyar kir ku ew dikarin vegera gundan ji nû ve pêk bînin û wiha got: “Ez jî bangewaziyekê dikim: Gelê min ê bi rûmet! Em dikarin bi hev re, bi hişmendiya xwe, bi aqilê xwe gundê xwe ji nû ve ava bikin. Em dikarin avên xwe dîsa bi kar bînin û axa xwe av bidin. Em dikarin jiyaneke bi rûmet, li van gundên xwe yên şewitandî ji nû ve ava bikin. Ev di destê me de ye. Ji bo vê yekê ji me re tenê tiştek hewce ye; xwedî li îradeya xwe derkevin, xwedî li axa xwe derkevin, xwedî li ava xwe derkevin. Dema em vê hişmendiyê derxin holê, em ê ji aliyê aborî ve jî bi hêz bin, em dikarin ji keviran avê derxin. Em dikarin ji axa xwe zêr jî derxin. Ev hemû di destê me de ne.”

 ‘Li gundan çareseriyê peyda dikin’

Hatun da zanîn ku wekî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dikarin pêşengiya vî karî bikin û anî ziman ku ew dikarin bi hemû saziyan re bi hev re bixebitin. Hevserok Hatun, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Niha li gundan ji bo avdanî, ji bo heywanan, ji bo ava vexwarinê çareseriyê peyda dikin. Bê guman li gorî derfetên me. Em bawer dikin ku her sal derfetên me dê zêde bibin. Hûn jî dizanin, me şaredarî bi tahribatek mezin wergirt, ji ber vê yekê niha derfetên me hinekî kêm in. Em nikarin xwe bigihînin hin deveran. Lê me karê xwe da ser hev. Êdî em dikarin hemû gundên xwe ava bikin. Ger civak piştgiriyê bide hev, em ê hewcedarê tu kesî ji derve nebin. Em dikarin karê xwe bi xwe bikin. Ger civak were cem hev, tu hêz nikare tiştekî ji destê wê bigire. Em amade ne, gava hûn jî amade bin, werin em bi hev re bibin yek. Em ê gundê xwe gav bi gav bi hev re ava bikin. Berî her tiştî em ji gundên ku di salên 1990’î de hatine şewitandin dest pê bikin. Em ê bi hev re derfetên gundên heyî yên ku nehatine valakirin jî zêde bikin. Dema mejiyek kolektîf, hişmendiyek demokratîk hebe, ev ax dê me hemûyan têr bike. Axa wê besî me hemûyan bike. Ava wê besî me hemûyan bike.”

Piştî axaftinan, Hevserok Hatun û yên pê re, li cihê xwe malên ku di sala 1993’an de li taxê hatibûn hilweşandin, lêkolîn kirin.

 

Image Gallery