Konferansa "lêgerîna aştî û civakek demokratîk ji bo astengdaran" tê lidarxistin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd de, ji bo teşwîqkirina beşdarbûna astengdaran di jiyana aborî, civakî û siyasî de, bi navê "Lêgerîna Aştî û Civakeke Demokratîk Ji Bo Astengdaran" konferansekê li dar dixe.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalûpîran, bi armanca avakirina civakeke adil û wekhev ji bo hemû welatiyan, parastina mafên astengdaran û misogerkirina aştiya mayînde, dê vê konferansê li dar bixe. Konferans dê roja Şemiyê, 28'ê Hezîranê, di navbera saet 10.30 û 17.00'an de li Çand û Kongreyê ya Çand Amedê pêk were. Siyasetmedar, komîsyonên baroyan ên ku di vî warî de xebatan dimeşînin, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û welatiyên astengdar dê beşdarî konferansê bibin.

Beşdariya sstengdaran di pêvajoya aştiyê de tê armanckirin

Di konferansê de, dê mijarên bingehîn ên wekî pêşxistina polîtîkayên ji bo teşwîqkirina beşdarbûna astengdaran di jiyana aborî, civakî û siyasî ya pêvajoya çareseriyê de, tevlîkirina astengdaran di mekanîzmayên biryardayînê de, beşdariya çalak a astengdaran di pêvajoya aştiyê de, parastina mafên wan ên takekesî û dabînkirina veguherîna civakî werin gotûbêjkirin.

"Avakirina aştî û civakeke demokratîk"

Di rûniştina yekemîn a konferansê ya bi navê "Avakirina Aştî û Civakek Demokratîk" de, Hevşaredarê Bajarê Mezin Dogan Hatun dê axaftina vekirinê bike. Paşê, Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, Alîkarê Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tayip Temel, û Hevberdevkê Komîsyona Astengdaran a DEM Partiyê Hatice Betul Çelebi dê biaxivin.

"Edalet û hemwelatiya wekhev di avakirina civaka demokratîk de"

Di rûniştina duyemîn a bi sernavê "Edalet û Hemwelatiya Wekhev di Avakirina Civaka Demokratîk de" de, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Cahit Kirkizak, Berdevka Komîsyona Astengdaran a Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê Parêzer Ozlem Kara, û Berdevkê Komîsyona Astengdaran a Baroya Amedê Parêzer Aydin Yasin Karadeniz dê wek axaftvan cih bigirin.

"Aştiya civakî û tevlêbûn"

Di rûniştina sêyemîn û dawîn a konferansê de ya bi navê "Aştiya civakî û tevlêbûn" , Çalakvan Sebahat Tuncel ji TJA, Çaglar Karsinti ji Platforma Civaka Sivîl ji bo Demokrasiyê, Seroka Navenda Mafên Astengdaran a Baroya Enqereyê Parêzer Cemre Çelik û Pispora Wekhevî û Tevlêbûnê Selen Dogan dê biaxivin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Hezîran 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30