Şaredariyê ji bo zarokên kreşan şahiyên karnê li dar xist

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo 487 zarokên temenê wan 4-6 salî yên ku li kreş û navendên lênêrîna rojê yên li seranserê bajêr perwerdehiyê dibînin, şahiyên karnê li dar xist.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, digel bi dawîhatina sala xwendinê ya 2024-2025'an, ji bo 487 zarokên ku li Navenda Perwerdehiyê ya Şaxa Zarokan a Sumerparkê, herwiha li Zarokistanên Baxcilar û 450 Evler, navendên Lênêrîna Rojê yên Xanîyên Civakî, Sûr, Farqîn, Bismil û Çermûgê perwerde dîtin, şahiyên karnê organîze kir.

Ji bo piştgirîkirina pêvajoyên geşedanê yên zarokan û bihêzkirina wan ji aliyê civakî-hestyarî ve, ev çalakî ji bo zarokên 4-6 salî yên ku li kreş û navendên lênêrîna rojê yên di çarçoveya Midûriyeta Şaxa Zarokan de kar dikin, hat lidarxistin. Malbat û perwerdekar jî beşdarî çalakiyê bûn.

Rapora geşedanê ji 487 zarokan re hate dayîn

Di çalakiyên ku dîmenên rengîn derketin holê de, ji zarokan re ji bo saleke serkeftî spas hat kirin. Perwerdekaran ji zarokan re şîret kirin ku di havînê de baş bêhna xwe bidin û bi hobiyên xwe re eleqedar bibin. Piştî van şîretan, perwerdekaran raporên geşedanê dan 487 zarokan.

Materyalên xwezayî ji zarokan re hatin belavkirin

Di çalakiyan de, çenteyên qumaş, boyaxên hişk, boyaxên avî, boyaxên pastel, defter, cûrbecûr materyalên xwezayî û çenteyên tijî diyarî ji zarokan re hatin dayîn. Malbatên ku zarokên xwe di çalakiyê de tenê nehiştin, bi zarokên xwe re kêliyên tijî heyecan derbas kirin. Çalakî piştî ikramên ji bo zarok û dêûbavan û kişandina wêneyeke bîranînê bi dawî bûn.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Hezîran 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30