Hevşaredar Bucak tevlî meşa dijî kuştinên jin û zarokan a li Licê bû

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, tevlî meşa ku li Licê li dijî kuştinên gumanbar ên jin û zarokan hat lidarxistin, bû.

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak, tevlî meşa ku bi pêşengiya Platforma Jinan a Dîcle Amed (DAKAP) li dijî zêdebûna kuştinên gumanbar ên jin û zarokan li navçeya Licê hatibû organîzekirin, bû. Digel Hevşaredar Bucak, hevserokên şaredariyên navçeyan û siyasetmedarên jin ên DEM Partiyê jî beşdarî meşê bûn. Di meşê de pankarta "Destên xwe yên qirêj ji ser zarok û jinan vekişînin" hat vekirin û wêneyên jinên hatine kuştin hatin hilgirtin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi sedan jin bi awayê xwekuştinê hatine kuştin û li hember van cinayetan bêdeng nayê sekinandin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
1 2 3 4 5 6 7
8 9 10 11 12 13 14
15 16 17 18 19 20 21
22 23 24 25 26 27 28
29 30 31