Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di demsala havînê de ji bo zarokên 9-14 salî, 12 qadên cuda yên atolyeyên bêpere pêşkêş dike.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, ji bo geşedana zarokan zêde bike û wan bi hunerê bide nasîn, dê di 12 qadên cûda de atolyeyên zarokan ên belaş li dar bixe.
Perwerdeyên di atolyeyên ku li Sumerparkê bên lidarxistin, dê ji aliyê perwerdekarên Midûriyeta Şaxa Zarokan ve bên dayîn. Bernameya xebata atolyeyê, ku dê di mehên Tîrmeh û Tebaxê de her rojên hefteyê bê kirin, wekî 8 hefte hatiye plankirin.
Atolye dê di qadên hunerî yên bingehîn de werin lidarxistin, wekî: kodkirina robotîk, nîgar, şano, muzîk, dans, lîstikên hiş û zîrekî, îngilîzî, komputer, satranc, çêkirina pêlîstokên darîn, boyaxkirina daran, Kurdî û lîstikên kevneşopî yên zarokan.
Serlêdan dê li Sumerparkê werin kirin
Zarokên ku bixwazin ji van kursan sûd werbigirin, dikarin heta 30'ê Hezîranê, bi riya dê û bavên xwe, serlêdanê ji Midûriyeta Şaxa Zarokan a li Qada Jiyana Hevpar a Sümerparkê bikin.
Â