Amadehiyên Festîvala Fîlman a Amedê didomin

Amadehiyên 3yemîn Festîvala Fîlman a Amedê, ku di navbera 9 û 16’ê Mijdarê de wê bi mêvandariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pêk were, didomin.

Amadehiyên Festîvala Fîlman a Amedê ya ku îsal wê cara 3yemîn ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve bê lidarxistin, didomin. Festîval wê di navbera 9 û 16’ê Mijdarê de, di bin koordînasyona Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî de, bi rêveberiya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn û Sinebîrê pêk bê.

Festîval wê di du kategoriyên sereke de bê lidarxistin û di bin sernavên “Fîlmên Kurdî” û “Sînemaya Tirkiye û Cîhanê” de wê berhem bigihîjin pêş temaşevanan. Festîval wê bi kategoriyên tematîk ên wekî jin, zarok, xwezayî û hevgirtinê jî bê dewlemendkirin.

Rêwîtiya Sînemaya Kurdî

Di bin sernavê “Rêwîtiya Sînemaya Kurdî” de wê fîlmên dirêj, belgefîlm û kurtefîlm bikevin pêşbaziyê. Di vê beşê de wê bernameyên cuda yên nîşandanê jî hebin. Festîval piştî 8 salan wê dîsa derkeve pêşberî temaşevanên Amedê û heyecanê bide dilê wan.

Piştgiriya ji bo projeyên kurdî

Di kategoriya Piştgiriya Projeyê ya Sinebîrê de jî wê di warên senaryoya fîlmên dirêj ên kurmancî, belgefîlm û kurtefîlman de piştgirî bidin projeyeke kurdî. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo pêşxistina sînemaya Kurdî, wê di warê senaryo nivîsandinê de bernameyên piştgiriyê pêşkêş bike.

Koordînatorê Festîvalê Îbrahîm Yildirim, anî ziman ku armanca vê kategoriyê teşwîqkirina senaryo nivîsandinê ye û pêşxistina hilberîna di vî warî de hem ji aliyê hejmarî û hem jî ji aliyê kalîteyê ve ye.

Sînemaya Tirkiye û cîhanê li Amedê ye

Beşa din a girîng a festîvalê wê fîlmên ne-kurdî bin. Berhemên serketî yên sînemaya Tirkiye û cîhanê yên demên dawî wê derkevin pêşberî temaşevanan. Di vê beşê de wê bi derhênerên navdar re çalakiyên masterclass jî bên lidarxistin.

Kategoriyên tematîk

Yek ji sernavên balkêş ên festîvalê Kategoriya Hevgirtinê ye, ku wê bi hevkariya komên fîlman ên ku di warên tematîk de çalak in were meşandin. Di vê kategoriyê de wê fîlmên ku di warên xweser de hatine kişandin derkevin pêşberî temaşevanan.

Kategoriya Sînemakarên Jin a bi navê Keziyên Serhildan hatiye amadekirin, wê ji fîlmên ku di 8 salên dawî de ji aliyê derhênerên jin ve hatine hilberandin û paradîgmaya azadîxwaziya jinê li navendê digirin pêk were. Yildirim destnîşan kir ku di vê kategoriyê de ne tenê zayenda derhêner, lê belê berhemên ku li ser têkoşîn û berxwedana jinan disekinin hatine hilbijartin.

Berhevkariya 8 salan a Sînemaya Kurdî

Di kategoriya Retrospektîfa 8 Salan de, wê fîlmên dirêj, belgefîlm û kurtefîlmên ku di 8 salên dawî de di sînemaya Kurdî de hatine hilberandin cih bigirin. Ev beş wê herwiha fîlmên Kurdî yên ku di festîvalên din de hatine nîşandan jî tê de bigire, ku ev yek nîşan dide avahiya tevayî ya Festîvala Fîlman a Amedê.

Koordînatorê Festîvalê Îbrahîm Yildirim diyar kir ku kategoriya navborî wê fîlmên ku di festîvalên fîlman ên Kurdî de hatine nîşandan jî bigire nav xwe û got, "Ev yek ji wan kategoriyan e ku berfirehiya Festîvala Fîlman a Amedê û mîsyona wê ya piştgiriyê bi awayekî zelal derdixe holê."

Perdeya xeyalên bêsînor

Yildirim anî ziman ku ji bo temaşevanên zarokan, wê berhemên serketî yên ku hem xwedî naveroka pedagojîk hem jî perwerdehiyê ne, bi dublaja Kurdî ji temaşevanên zarok re bên pêşkêşkirin û got, "Di vî warî de bi taybetî bi pisporên pedagojiyê û pisporên di warê weşangeriya zarokan de hilbijartinek wê bê çêkirin û bi dublaja Kurdî wê ji temaşevanên me yên zarok re bê pêşkêşkirin."

Kategoriya digel xwezayê…

Yildirim diyar kir ku “Jiyana demokratîk û wekhev ne tenê ji bo sirûşta mirovan, lê her wiha ji bo têkiliya mirov û xwezayê jî xalek girîng e” û wiha berdewam kir: “Ji vir dest pê kir, kategoriya Digel Xwezayê… yek ji prensîbên bingehîn ên festîvala me temsîl dike ku ji bo pêşxistin û xurtkirina nêzîkatiya ekolojîk di warê hunerê û bi taybetî sînemayê de ye. Di vê kategoriyê de wê fîlmên dirêj, belgefîlm û kurtefîlm bên nîşandan.”

Fîlm ji platoya Amedê

Yildirim anî ziman ku di vê kategoriyê de; hemî projeyên ku li Amedê hatine kişandin û pîvan û hesasiyetên bajêr û festîvalê jî digirin ber çavan, wê di vê kategoriyê de derkevin ber temaşevanan û got, "Ji bilî ku di wateya sînemayî de bîra bajêr ava bike, armanc e ku ji bo projeyên pêşerojê jî bibe çavkaniyek îlhamê."

Xebatên atolyeyê wê bêne kirin

Mehek beriya festîvalê, ango di meha Cotmehê de, wê bi kesayetên serketî re atolyeyên ku mijarên sêwirana fîlmên kurtefîlm, sêwirana belgefîlm, lîstikvaniya ber kamerayê û sînema-jin tê de hene, bêne lidarxistin.

Fîlmên Kurdî yên taybet ji bo zarokan

Festîval, temaşevanên zarokan jî ji bîr nake. Di kategoriya bi navê “Perdeya Xeyalên Bêsînor” de wê berhemên xwedî naveroka pedagojîk û perwerdehiyê, bi dublaja Kurdî ji zarokan re bên pêşkêşkirin. Hilbijartinên ku ji aliyê pedagogên pispor û pisporên weşangeriya zarokan ve hatine amadekirin wê bên nîşandan.

 

Image Gallery