Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, bi muxtarên taxên navçeya Çinarê re hat gel hev û li ser xebatên li navçeyên gundewarî dimeşînin agahî da, her wiha daxwaz û pêşniyarên wan guhdarî kir.
Serokatiya Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Gel a Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo tevlêbûna di rêveberiya bajêr de zêde bike, hewcedariyên taxan tespît bike û çareseriyan peyda bike, civînên muxtaran ên ku li dar dixe li navçeya Çinarê berdewam kir. Civîna ku li Salona Civînê ya Şaredariya Çinarê hat lidarxistin, li gel Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin Dogan Hatun, Hevserokên Şaredariya Çinarê Semra Akyuz û Mehmet Şerîf Arzu, serokên daîreyan, endamên meclîsê û muxtarên taxan jî beşdar bûn.
Hevşaredar Hatun: Em tesîsên paqijkirina avê çêdikin
Hevşaredar Dogan Hatun di civîna muxtaran de axivî û diyar kir ku ew van civînan ji bo tespîtkirina kêmasiyan û guhdarîkirina daxwazan li 17 navçeyan li dar dixin. Hatun behsa xebatên ku li navçeyan dimeşînin kir û got: “Mixabin di 8 salên dawî de ti xizmet nehat kirin. Gelek kar ketin ser hev. Hêza me tune ye ku em van pirsgirêkan di carekê de çareser bikin. Ger ji sala 2016an ve li pey hev xizmet hatibûna kirin, niha em ê neketana bin vî barê giran. Digel vê yekê jî, mixabin, di vê serdemê de kar û xizmetên ku heta sala 2016an hatibûn kirin, pûç bûn. Bandora erdhejê eşkere ye. Tu kes binesaziya bajêr nabîne, dema teqîn li kanalekê çêdibe fêm dikin, pirsgirêka we ya binesaziyê ya 50 salî heye. Sala borî dema em daketin bajêr, me dît ku av li bajêr tune ye. Îsal çavkaniya avê li gor sala borî ji sedî 60 kêm bûye lê dîsa jî av tê bajêr. Ji sedî 60-70ê kanalîzasyona bajêr ji nû ve hat danîn. Pirsgirêka avê hema hema me çareser kir. Nifûsa bajêr bi ser 1,5 milyonî ketiye. Pirsgirêka ava 350 hezar kesên bêav jî me çareser kir. Em tesîsên paqijkirina avê çêdikin. Dema ev tesîs amade bibin, pirsgirêkên av û kanalîzasyonê dê çareser bibin. Îsal ji sedî 70-80ê butçeya DÎSKÎyê me ji bo binesaziya bajêr xerc kir, lê em biryardar in ku piraniya butçeya 2026an bidin xizmeta navçeyan.”
‘Eger gel yekitîya xwe çêke, dikare xwe baştir biparêze’
Hevşaredar Hatun, bal kişand ser banga 27ê Sibatê ya der barê çareseriya pirsgirêka Kurd de û axaftina xwe wiha domand: “Ji 27ê Sibatê heta îro hemû sazî û partiyên Kurd ketin bin barekî giran û her tiştê ku ket ser milên wan yek bi yek bi cih tînin. Rojane li Rojhilata Navîn şer heye. Herî dawî şerê Îsraîl û Îranê, Amerîka û Qatar jî ketin dewrê û şeva borî agirbest kirin û li hev kirin. Di pêvajoyên wiha de dema gel yekîtiya xwe ava bike, dikare xwe baştir biparêze û bi hêz bisekine. Li Rojhilata Navîn em Kurd ji hemû gelan rêxistintir in, em şer naxwazin. Em Kurd nîşanî dinyayê didin ku em aştîxwaz in, rê û rêbaza aştiyê jî em nîşan didin. Yên ku dixwazin paşeroja wan azad be, divê xwedî li ava xwe, axa xwe, ziman û çanda xwe derkevin. Di nav civakê de divê em zimanekî erênî û pozîtîf ava bikin, dema ziman erênî be, pêşketina di civakê de zêde dibe.”
Hevşaredar Hatun guhdarî muxtaran kir
Hevşaredar Hatun, guhdarî pirsgirêkên ku li taxan rû didin ên muxtaran kir û behsa xebatên ku Şaredariya Bajarê Mezin û Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê dê bimeşînin kir. Hevşaredar Hatun diyar kir ku ew ê daxwazên hatinî yên di mijarên wekî rê, av, veguhastin, xanîyên taziyê, dermanpêşî, binesazî û rêxistinkirina derdorê de binirxînin û destnîşan kir ku pirsgirêkên têkildarî elektrîkê jî dê ji saziya peywendîdar re bên ragihandin.
Hevşaredar Hatun her wiha got ku li gorî protokola ku bi Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Parêzgehê re ji bo xaniyên taziyê hatî çêkirin, sedirên ku dê ji hêla dibistanên pîşeyî ve bêne hilberandin, dê ji hêla şaredariyê ve bêne kirîn û bidin taxên ku hewcedariya wan pê heye.