Rojên Şanoya Gerok a Zarokan bi dawî bû: Bi hezaran zarok beşdar bûn

2yemîn Rojên Şanoya Gerok a Zarokan, ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve li 13 navçeyan hatibû organîzekirin û bi hezaran zarok beşdar bibûn, bi performansa jonglêr û şanoyê li navçeya Farqînê bi dawî bû.

Rojên Şanoya Gerok a Zarokan, ku ji bo zarokên li navçe û taxên ku nikarin xwe bigihînin çalakiyên çandî û hunerî, ji aliyê Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT) ve, ku ser bi Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî ye, hatibû organîzekirin, di 20'ê Hezîranê de bi vekirina xwe li Navenda Jiyana Hevpar a Sumerparkê dest pê kir. Rojên Şanoya Gerok a Zarokan, 6 rojan li 13 navçeyan bi hezaran zarokan re hat cem hev.

Di heman rojê de, di heman demjimêran de, li sê navçeyên cuda, bi beşdariya şaredariyên navçeyan, zarokan bi dê û bavên xwe re kêfa beşdarbûna çalakiyan û temaşekirina şanoyê kirin.

Rojên Şanoyê li Farqînê bala zarokan kişand

Rojên Şanoya Gerok a Zarokan, bi çalakiyên li navçeya Farqînê bi dawî bû. Li Meydana Bajêr a ku li navenda navçeyê ye, performansa koma jonglêr a Maskeya Şîn û lîstika bi navê Daristana Me ya ku ji aliyê Şanoya Ba ve hatibû lîstin, eleqeyeke mezin dît.

'Em ê van çalakiyan bidomînin'

Seroka Daîreya Çandê û Karên Civakî Zeynep Yaş, ku beşdarî Roja Şanoyê ya li Farqînê bû, diyar kir ku ew pir kêfxweş in ku 6 rojan li 13 navçeyan zarok bi çand û hunerê re hatine cem hev. Yaş got, "Ji ber ku zarok û malbatan ev çalakî bi germî pêşwazî kirin, em ê van çalakiyan bidomînin."

 

Image Gallery