Hevşaredar Bucak tevli meşa derbarê kuştinên jinan bû

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, tevli meşa ku ji aliyê DAKAP û Tora Têkoşîna li Dijî Şîdetê ve derbarê kuştinên jinan de hatibû lidarxistin, bû.

Platforma Jinên Amedê ya Dîcleyê (DAKAP) û Tora Têkoşîna li Dijî Şîdetê, derbarê kuştinên jinan de bi dirûşma “Li dijî kuştinên jinan em di serhildanê de ne” ji pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê heta Meydana Deriyê Çiyê meş li dar xist. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, hevşaredarên navçeyan, nûnerên rêxistinên jinan û jin tevli meşê bûn.

Li Qada Deriyê Çiyê nûnerên rêxistinên jinan daxuyanî dan û bal kişandin ser zêdebûna kuştinên jinan û anîn ziman ku mafên jiyanê yên jin û zarokan, di bin navê newekheviya zayendî de tên çewsandin. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku dengê jinan bê bihîstin.

Piştî daxuyaniyê jinan çalakiya rûniştinê li dar xist.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Adar 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30 31