Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo Herêma Pîşesazî ya Organîze (OSB) û Girtîgeha Tîpa D rêgehên nû danîn.
Serokatiya Daîreya Gihandinê ji bo ku welatî bi hêsanî bigihîjin cihên xwe, berdewam dike rêyên nû çê bike. Serokatiya Daîreya Gihandinê, ku di nava rojê de bi 5 wesayîtan (O-1) li Herêma Pîşesazî ya Organîze (OSB) xizmetê dida, ji bo welatiyên ku di vardiyeya şevê de dixebitin, di navbera saet 20.00 û 23.00’an de xeteke nû ava kir.
Li ser xeta nû, wesayîtek dê bi koda O-1 di navbera OSB û Deriyê Çiyê de li seranserê Bulvara Elezîzê xizmetê bide.
Xeta nû ji bo Girtîgeha Tîpa D
Serokatiya Daîreya Gihandinê, ku berê bi du wesayîtan xizmet dida Girtîgeha Tîpa D, rêyeke nû çêkir. Ji 30’ê Hezîranê Roja Duşemê pê ve, wesayîta ku dê di navbera Zanîngeha Dîcleyê û girtîgehê de di navbera saet 06.30’an sibehê û 19.40’an êvarê de xizmetê bide, agahiyên rêya wê wiha ye:
Zanîngeh – Deriyê Çiyê - Şubeya Eskeriyê - Ofîs - Koşuyolu - Batikent - Bayramoglu - Tesisler - Parkorman - Bulvara Diclekent – Duryana Medyayê - Metropol - Tekel - Kolana Mastfiroş - Winstown AVM - Xaniyên Malîyê - Memur-Sen TOKÎ - Kargeha 4. ya Pîşesaziyê - Girtîgeha Tîpa D.
Â