Hevşaredar Bucak: Gel dê li mîras û dîroka xwe xwedî derkeve

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak, ku beşdarî civîna li ser rewşa Sûrên Amedê û Baxçeyên Hevselê yên di Lîsteya Mîrateya Cîhanî ya UNESCO'yê de ne, bû, diyar kir ku kurteya 8 salan a herêma mîrasê û nav Sûrê, tevliheviya desthilatdariyê ye. Bucakê got ku ew di rojên ku gel dê xwedî li mîrateya xwe ya çandî, bîra xwe û dîroka xwe derkeve de ne.

Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DÎTAM) civînek bi navê “Mîrateya Cîhanî ya UNESCO: Qesra Amedê û Herêma Dîmenê Çandî ya Baxçeyên Hevselê” li dar xist. Civîna li Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO), ji bilî Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Wezîrê berê yê Çand û Turîzmê Ertugrul Gunay, rêveberên DÎTAM'ê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û akademîsyen jî beşdar bûn. Di civînê de, rewşa niha ya Qesra Amedê û Baxçeyên Hevselê yên di Lîsteya Mîrateya Cîhanî ya UNESCO'yê de, pirsgirêkên ku pê re rû bi rû ne û pêşniyarên çareseriyê hatin nîqaşkirin.

Hevseroka Şaredariyê Serra Bucak, di civîna ku ji aliyê arkeolog Nevin Soyukaya ve hate rêvebirin de, pêşkêşiyek bi navê “Pirsgirêkên desthilatdariya sazî û bicîanînê di rêveberiya qadê de” kir.

Hevşaredar Bucak: Xwedîderketina li mîrateya çandî berpirsiyariya herî girîng e

Hevseroka Şaredariyê Bucak, bi silavkirina beşdaran dest bi axaftina xwe kir û spasiya DÎTAM'ê kir ku civîn li dar xistiye. Hevşaredar Bucak anî ziman ku xwedîderketina li mîrateya çandî ya bajarê kevnar, berpirsiyariya herî girîng a civakê, dînamîkên sivîl, saziyan, odeyan û rêveberiyên herêmî ye û got, “Bê guman di vê erdnîgariyê de gelek qadên têkoşînê hene. Têkoşîna nasnameyê, têkoşîna çandî, têkoşîna mafên mirovan û em dikarin vê zêde bikin. Lê bi rastî em difikirin ku xwedîderketina li mîrateya me ya çandî, xwedîderketina li Qesra Amedê û Baxçeyên Hevselê, encama van hemû qadên têkoşînê ye û ji bo vê jî, em wek rêveberiyên herêmî, ji roja ku em hatine hilbijartin ve nîqaş dikin ka di vê serdema dijwar de em dikarin çi bikin.”

Rêveberiyên herêmî xwedî desthilatdarî bin

Hevserok Bucak diyar kir ku ew ji bo mîrateya hevpar a mirovahiyê ji nû ve desthilatdariyên herêmî bi bîr bînin û ji bo ku bêtir rol bigirin, xebatan dimeşînin. Hevserok Bucak bal kişand ser girîngiya hişmendiyeke gerdûnî ya li ser parastina milkên çandî û got, “Di sala 2005’an de di Rojnameya Fermî de rêziknameyek li ser rêveberiya qadê û damezrandin û erka Lijneya Berhemên Bîrdarî û diyar kirina herêmên rêveberiyê hat weşandin. Dibêje di bajarên kevnar de, rêveberiyên herêmî xwedî desthilatdarî ne. Sala 2005. Bê guman ev serdemeke pir hêja û pêwîst e. Divê rêveberiyên herêmî ji ya ku em îro destnîşan dikin zêdetir xwedî desthilatdarî û berpirsiyarî bin. Dûv re di sala 2000’î de pêvajoya UNESCO’yê dest pê dike. Sûrên Amedê di Lîsteya Demkî ya Mîrateya Cîhanî ya UNESCO’yê de ne û xebat di çarçoveya van bendên qanûnî de pêşve diçin.”

‘Bi rêveberiya baş parastin û plansazkirina bajêr mimkun e’

Hevseroka Şaredariyê Bucak, bal kişand ser nêzîkatiyên ku bajar pê re rû bi rû maye û wiha axivî: “Rêveberiya baş, bi hemû aliyên peywendîdar, rêvebirên hilbijartî, şaredarî, meclîsên şaredariyan, saziyên bajêr, odeyên pîşeyî re pêkan e. Bi vî awayî ev rêveberî dikare ji aliyê çandî û civakî ve cihêreng be û bi heman awayî, pêvajoyên plansazkirin û parastina bajarên dîrokî divê bi beşdariya gelê herêmê pêkan bin. Ev bajar bi nêzîkatiyeke pir hovane re rû bi rû ma. Em şahidên zindî yên wê pêvajoyê ne. Em di wê pêvajoyê de êşên me yên pir qat hene. Di nava vê meseleya siyasî û civakî û şer de, me mirovên xwe winda kirin. Me mirovên xwe winda kirin. Li her du aliyan jî di vê erdnîgariyê de mirov hatin windakirin. Wê demê Serokê Baroyê Tahir Elçi ku li ber Minareya Çarling digot ‘Ez xwedî li bajarê xwe û sûrên xwe, mîrateya xwe ya dîrokî derdikevim’ hat qetilkirin. Yanî me ne tenê mîrateya çandî, Hevsel, Qesra Amedê winda kir. Xirabûnên li wir li ber çavê me pêşve neçûn. Di heman demê de me mirovên xwe û canên xwe jî winda kirin.”

‘Kurteya 8 salan a nav Sûrê, tevliheviya desthilatdariyê ye’

Hevseroka Şaredariyê Bucak, anî ziman ku kurteya 8 salan a mîrateya çandî û nav Sûrê, tevliheviya desthilatdariyê ye û got: “Tevliheviyek e ku nayê zanîn berpirsiyarî di destê kê de ye, eger karekî xerab hebe her kes ji qadê paşve dikişe û xwedî lê dernakeve, karek li nîvê dimîne, ji aliyê mîmarî, herêma kevnar, restorasyonê ve xwedî li tiştekî nayê derketin, budçeyên mezin tên xerc kirin lê dema karên xerab derdikevin holê kes li qadê nîne. Ev rewş bi rastî jî pir xemgîn e. Ji bo rêveberiyên herêmî jî rewşeke pir zehmet e. Çima? Ji ber ku li vî bajarî hêza rêveberiyên herêmî, mafê desthilatdarî û berpirsiyariyê, ji ber ku ev maf ne tenê yê avahiya rêveberiyên herêmî ye. Hemû welatiyên vî bajarî vê berpirsiyarî û vê desthilatdariyê, bi destê şaredarî û rêveberiyên herêmî temsîl dikin û didomînin.”

‘Divê pêvajoyek nû ku Şaredariya Bajarê Mezin pêşengiyê bike, dîsa dest pê bike’

Hevseroka Şaredariyê Bucak, bal kişand ser ku divê nasnameya herêmî, çand û bîra li dijî hegemonyaya çandî bê parastin û got, “Wek Amed, wek bajarekî em li vir in. Em amade ne ku di rêxistinên xwe yên civaka sivîl, komeleyên xwe de rolek çalak bigirin. Mixabin gelê Amedê bi rengekî ji wê hişmendiyê dûr ketiye û rastî pirsgirêkeke din a hegemonyaya çandî hatiye. Divê ev xebat di bin berpirsiyarî û rêveberiya rêveberiyên herêmî de bêne kirin, ji bo bidawîkirina tevliheviya desthilatdarî û berpirsiyariyê ya ku rêveberiyên herêmî dîsa di pêvajoyê de ne, nexşerêyek bê amadekirin. Di heman demê de ez dixwazim ji vir soz bidim ku em ê protokola ku me bi Wezareta Çand û Turîzmê re îmze kiriye bidomînin û ji bo ku em plana xwe ya rêveberiya qadê ji nû ve ava bikin, em ê pêvajoyek nû ku Şaredariya Bajarê Mezin pêşengiyê bike, dîsa bidin destpêkirin û bibin beşek ji vê riya girîng.”

‘Gel dê li dîroka xwe xwedî derkeve’

Bucak, pêvajoya têketina UNESCO’yê wekî destpêkek baş û xerab nirxand û got, “Pêvajoya ku em tê re derbas dibin, pêvajoyeke dîrokî, zivirîneke dîrokî ye û em di nava rojên ku gel dê di nava aşitî û demokrasiyê de înşayên xwe yên civakî pêk bîne û bi vê nêrîna azadîxwaz û civakparêz, xwedî li mîrateya xwe ya çandî, bîra xwe û dîroka xwe derkeve de ne. Divê em bixebitin, em werin cem hev, divê em vê bidomînin.”

 

Image Gallery