Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, belgeyên beşdariyê da 32 jinên ku ji bernameya perwerdeyê ya "Perwerdeya Komputerê Ya Bingehîn û Anîmasyona 3D" ya belaş sûd wergirtin.
Midûriyeta Karûbarên Jin û Malbatê, ji bo zêdekirina gihîştina jinan ji teknolojiyên dîjîtal re û peydakirina derfetên kar ên nû, bernameya "Perwerdeya Komputerê ya Bingehîn" ya ku dabû destpêkirin, bi dawî kir. Belgeyên beşdariyê dan 32 jinên ku bi serkeftî vê perwerdehiyê qedandin.
Jinên ku belgeyên xwe stendin, kêfxweşiya xwe ji perwerdeyê anîn ziman û spasiya şaredariyê kirin ji ber ku fersendeke wisa ji wan re dabîn kiriye.
Perwerdeya anîmasyona 3D wê 5 mehan bidome
Di çarçoveya Perwerdeya Komputerê ya Bingehîn de; jinan di mijarên wekî zanîna hardware û nermalava komputerê, bernameyên ofîsê (Word, Excel, PowerPoint), bikaranîna înternetê û ewlehiya dîjîtal, e-mail û ragihandina serhêl, û rêveberiya pelan de perwerde dîtin. Niha ew ê ji bo Perwerdeya Anîmasyona 3D ya ku 5 mehan bidome bikevin ezmûnê. Jinên ku di ezmûnê de serkeftî bibin, di çarçoveya Perwerdeya Anîmasyona 3D de, wê di mijarên wekî modelkirina 3D, sêwirana dîmenan, anîmasyona karakteran, hilberîna naveroka dîjîtal û çîrokbêjiya dîtbarî de perwerde bibin.
Â