Hevşaredar Bucak: Li dijî şewitandina pirêzeyan, em hêviya hesasiyetê ji muxtaran dikin

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak, li navçeya Hênê bi muxtaran re hat cem hev û diyar kir ku li dijî şewitandina pûş û pirêzeyan li gundan, ew hêviya hesasiyetê ji muxtaran dikin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li gorî têgihiştina xwe ya ku beşdariya di rêveberiya herêmî de esas digire, hevdîtinên xwe yên bi muxtaran re didomîne. Di vê çarçoveyê de, Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak, bi Hevşaredarên Şaredariya Hênê Besîle Narin û Hemdullah Demîr re, li Salona Konferansê ya Şaredariya Hênê bi muxtarên taxên navçeyê re civiya.

Axaftina vekirinê ji aliyê Hevşaredarên Şaredariya Hênê ve hat kirin û hat gotin ku armanc ew e ku pirsgirêkên navçeyê bi muxtaran re bên tespîtkirin û ji bo van pirsgirêkan çareseriyên hevpar bên pêşxistin.

Hişyarî li dijî şewatên pirêzeyan

Di civînê de, Hevşaredar Serra Bucak axivî û bal kişand ser agirên ku di rojên dawî de li navçeyê derketine û tekez kir ku agir bûye pirsgirêkeke giring. Hevşaredar Bucak anî ziman ku berpirsyariya muxtaran di têkoşîna li dijî şewatan de mezin e û got: "Pêwîst e kesên ku li gundan pûş û pirêzeyan dişewitînin û xwediyên zeviyan bên hişyarkirin. Di vî warî de em hêviya hesasiyetê ji muxtarên me yên hêja dikin."

Hevşaredar Bucak: Midûriyeta agirkujiyê tê hêzdarkirin

Hevşaredar Bucak destnîşan kir ku di dema qeyûman de yek ji yekîneyên ku herî zêde hatine xerabkirin Midûriyeta Agirkujiyê ye û got ku xebatên ji bo ji nû ve hêzdarkirina midûriyetê hatine destpêkirin. Di vê çarçoveyê de, Hevşaredar Bucak ragihand ku 75 karmendên nû wê bên girtin û wiha got: "Em alavên kêm tespît dikin. Me 20 amûrên agirvemirandinê kirî. Me ji bo demsala pûşan amadehî kiribû, lê têra nakin. Di heman demê de, li 7 cihên cuda agir dikare derkeve. Karmendên me têra nakin. Herwiha, deverên şewatê pir bi rîsk in. Di civakê de di vî warî de hesasiyeteke cidî tune ye. Ji ber vê yekê divê em li gundan jî perwerdehiyên li dijî agir bidin destpêkirin."

Hevşaredar Bucak diyar kir ku ev 15 meh in ew ji bo ku hewcedariyên herêmê li ser bingehek rast tespît bikin dixebitin û tekez kir ku ji ber budçeyê kêmasiyên teknîkî hene, lê tevî vê yekê jî bi fedakarî xizmetê didomînin.

Hevşaredara Bucak, xebatên ava vexwarinê yên ku di salên 2024-2025'an de li Hênê hatine kirin, anî ziman.

Di berdewamiya civînê de, muxtaran jî cih girtin û bal kişandin ser kêmasiyên rê, kanalîzasyon, dermanreşandin, binesazî û rawestgehan ên li navçeyê û daxwazên xwe yên çareseriyê parve kirin.

'Di bernameya plandanînê de me cih da gundan'

Di dawiya civînê de, Alîkarê Midûrê Giştî yê DÎSKÎ'yê Îdrîs Ekmen, bersiv da pirsên der barê av û kanalîzasyonê de û destnîşan kir ku wan gundên ku di gihîştina avê de pirsgirêk dijîn, di bernameya veberhênanê de cih girtine û got: "Armanca me di serî de ew e ku ava vexwarinê bigihîje her kesî. Ger em karibin vê yekê peyda bikin, ji bo gundên biçûk xetên şebekeyê, ji bo gundên mezin jî çêkirina kanalan di nêrîna me de heye. Em li 17 navçeyên navendî û zêdetirî 2 hezar cihan dinêrin. Li her derê ku em diçin, nêzî 10 salan e kesî dest nedaye tiştekî, hêz û lêçûna me tune ye ku em di heman demê de bigihîjin her derê. Em nafikirin ku di sala 2026'an de em ê van pirsgirêkan biaxivin. Me bernameya xwe berfireh kir."

Piştre, midûrên şaxên ku di yekîneyên têkildar ên veguhestin, rê û dermanreşandinê de dixebitin, xebatên ku di vî warî de têne meşandin, pêşkêş kirin.

Serdana Şaredariya Hênê

Hevşaredar Bucak, piştî civîna muxtaran serdana Şaredariya Hênê kir. Hevşaredar Bucak, ji Hevşaredarên Şaredariya Hênê Besîle Narin û Hemdullah Demîr der barê xebatên ku li navçeyê têne meşandin de agahî girt.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Tîrmeh 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31