Şaredariya Bajarê Mezin bi hevkarîya Rêxistina Kar a Navneteweyî (ILO) mazûvaniya civîneke girîng a li ser îstîhdama qeydkirî kir. Hevşaredar Dogan Hatun destnîşan kir ku rêjeya karkeriya derîqeydê li seranserê Tirkiyeyê ji sedî 20 e, lê li Amedê ev rêje ji sedî 40 derbas kiriye û bal kişand ser wê yekê ku bêyî rastkirina vê rewşê, mirov nikare behsa karekî layîqî mirov bike.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi hevkarîya Rêxistina Kar a Navneteweyî (ILO) mazûvaniya civîneke girîng li ser îstîhdama qeydkirî kir. Di civîna ku bi beşdarbûna Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê hat lidarxistin de, Midûrê ILO’ yê yê Tirkiyeyê Yasser Hassan, Pispora Polîtîkayên Îstîhdamê ya Ofîsa ILO’yê ya Tirkiyeyê Nuran Torun, Pisporê Xizmetên Îstîhdamê Batuhan Arslan û Rêveberê Projeyê yê Payebilind Suna Kiliç Anil amade bûn. Di civînê de, rewşa jiyana xebatê ya li Amedê di çarçoveya karên layîqî mirov de hat nirxandin, û astengiyên binyadî yên li pêşiya îstîhdama qeydkirî û rêyên çareseriyê hatin nîqaşkirin.
Hevşaredar Hatun: "Em serbilind û kêfxweş in"
Di civînê de Hevşaredar Hatun axivî û bi bîr xist ku ji roja ku hatine ser kar ve, ji bo xurtkirina têkiliyên bi saziyên navneteweyî re û temsîlkirina bajêr li qada navneteweyî, gelek hevdîtin pêk anîne. Hatun diyar kir ku ji van hevdîtinan a pêşîn bi ILO'yê re pêk aniye û nûnerên ILO'yê vexwendine bajêr da ku bi hev re bixebitin. Hatun anî ziman ku ji ber astengiyên teknîkî ev hevdîtin ji bo îro hatiye taloqkirin û got: "Em ji ber vê civîna ku me bi ILO'yê re ji bo pêkanîna jiyaneke xebatê ya adil, gihîştîner û berfireh li dar xist, serbilind, rûmetdar û kêfxweş in."
"Nifûsa ciwan li gorî potansiyela xwe nîne"
Hevşaredar Hatun bal kişand ser girîngiya tevlêbûna hemû pêkhateyên bajêr û saziyên giştî di vê pêvajoyê de û got: "Di civînê de gelek sernavên me hene. Îstîhdam, xebata li ser bingeha mafan, ewlehiya civakî, diyaloga civakî û karê layîqî mirov. Bi van mijaran re ne tenê mezinbûn; lê di heman demê de dadmendiya civakî û berfirehî jî yek ji bingehên herî girîng e. Îro, em ê li ser mînaka Amedê nîşan bidin ka ev rewş çiqasî hatiye pêkanîn. Li gorî daneyên TUÎK'ê yên 2024'an, nifûsa Amedê 1 milyon û 833 hezar e, û ji sedî 60'ê nifûsê di bin 35 salî de ye. Potansiyeleke nifûsa ciwan a cidî heye, lê mixabin, cihê wê di îstîhdama qeydkirî de li gorî vê rêjeyê nîne."
"Em ê xebatên xwe yên derbarê astengiyên li pêşiya îstîhdama jinan zêde bikin"
Hevşaredar Hatun tekez kir ku xurtkirina cihê jinan di îstîhdamê de û misogerkirina wekheviya zayendî girîng e û wiha axaftina xwe domand: "Îstîhdama jinan li bajarê me mixabin ji sedî 20 ye. Yek ji sernavên îro jî cihê jinan di îstîhdamê de û aboriya lênêrînê ye. Ji ber vê yekê, rolên zayendî jî mijareke ku divê baş were lêkolînkirin. Kêmasiya lênêrîna zarokan, extiyaran û kesên astengdar li Amedê yek ji astengiyên sereke yên di îstîhdama jinan de ye. Em haydar in ku berfirehkirina kreşên bi kalîte, navendên lênêrîna rojê, malên lênêrîna astengdar û extiyaran pir girîng in. Em wek rêveberiyên xwecihî soz didin ku em ê di vî warî de projeyên xwe bidomînin."
"Heta karkeriya derîqeydê rast nebe, kar tekûz nabe"
Hevşaredar Hatun, komên lawaz ên di bazara îstîhdamê de rêz kirin, û bal kişand ser wê yekê ku bêyî rastkirina karkeriya bêqeyd û derîqeydê ku pêşiya tevlêbûna koçber, astengdar, jin, karkerên derîqeyd-kêm-meaş û bêewle di jiyana aborî de digire, mirov nikare behsa karekî layîqî mirov bike. Hevşaredar Hatun destnîşan kir ku rêjeya karkeriya derîqeydê li seranserê Tirkiyeyê ji sedî 20 e, lê li Amedê vê rêjeyê ji sedî 40 derbas kiriye û anî ziman ku ev rewş refaha domdar jî tehdît dike.
"Karekî layîqî mirov bi hewldana kolektîf pêkan e"
Hevşaredar Hatun di dawiya axaftina xwe de got: "Danîna karekî layîqî mirov li navendê ne tenê bi nêzîkatiyeke ku li ser mezinbûna aborî disekine, lê di heman demê de bi nêzîkatiyeke ku pêşkeftina domdar esas digire, bi hestiyariya kolektîf û bi hewldana ku di vî warî de tê kirin, dikare pêk were. Ji bo beşdarî û tevlêbûna we dîsa spasdar im. Bi hêviya ku paşeroj adil, domdar û ji bo her mirovî jiyaneke demokratîk bi xwe re bîne."
Midûrê ILOyê: "Amed ji bo pêşveçûnê bajarekî berfireh e"
Midûrê ILO Yasser Ahmed Hassan jî bal kişand ser dîroka kûr a Amedê û her wiha destnîşan kir ku ew di warê pêşkeftinê de bajarekî berfireh e. Hassan diyar kir ku ILO ji roja damezrandina xwe di sala 1919'an de, li ser bingeha fikra ku ked ne maleke bazirganî ye û rûmet di jiyana xebatê de mafekî gerdûnî ye, xebatên xwe didomîne. Hassan got: "Erka ILO'yê ew e ku ji bo her kesî karên layîqî mirov biafirîne û ji ber avahiya xwe ya xurt, xebatên xwe li ser îstîhdam, parastina civakî, mafên xebatê û diyaloga civakî şekil bide. Ev semînara ku îro me bi we re pêk anî, di warê bicihanîna vê peymana ku me behs kir de, mînakek e."
Piştî axaftinên destpêkê, civîn bi pêşkêşiyên Pispora Polîtîkayên Îstîhdamê Nuran Torun yên bi sernavê "Nirxandina Jiyana Xebatê ya Li Amedê di Warê Karên Layîqî Mirov de", Pisporê Xizmetên Îstîhdamê Batuhan Arslan yên bi sernavê "Pêvajoya Îstîhdama Qeydkirî û Rêziknameyên Nû Ji Bo Sûriyeyîyên Di Bin Parastina Demkî de" û Rêveberê Projeyê yê Payebilind Şuna Kiliç Anil yên bi sernavê "Aboriya Lênêrîna Jinan" dom kir.
Â