Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Midûrê Ofîsa ILO’yê ya Tirkiyeyê Yasser Ahmed Hassan û heyeta pê re pêşwazî kirin.
Midûrê Ofîsa Rêxistina Kar a Navneteweyî (ILO) ya Tirkiyeyê Yasser Ahmed Hassan û heyeta pê re, serdana Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun pêk anî.
Piştî pêşwaziyê, Hevşaredaran bi Hassan û heyeta pê re re hevdîtinek pêk anîn. Di hevdîtinê de şert û mercên kar ên navneteweyî, îstihdam, geşedanên di warê hêza kar de û xebatên pêşkeftinê yên li bajêr hatin gotûbêjkirin.
Hevşaredaran kêfxweşiya xwe ji serdanê anîn ziman û spasiya Hassan û heyeta pê re kirin.
Di serdanê de, Sekreterê Giştî Emrullah Gorduk, Hevberdevkên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin Demet Ceylan û Ayhan Karatekin, serokên daîreyan û endamên meclîsê bi Hevşaredaran re bûn.
Â