Hewcedariya ava heywanên li zozanên Qerejdaxê tê bicihanîn

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo pêşî li koçberiyê bigire û ji bo pêşxistina ajalkariyê, hewcetiya ava ajalan a li zozanên herêma Qerejdaxê bi tankerên avê bi cî tîne.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Gundewarî ku ji bo pêşî li koçberiyê bigire û çandinî û ajalkariyê pêş bixe xebatên xwe didomîne, ji bo bikaranîna bêtir a avê li seranserê bajêr projeyan çêdike û her wiha hewcetiya ava vexwarinê ya nêzîkî milyonek heywanên gir û hûr ên li zozanên herêma Qerejdaxê bi gol, bêrm, qenalên avê, tankerên avê û arasozan bi cî tîne.

Ekîb li gor daxwazên ajaldaran hewcetiya ava ajalan a li herêmên ku qet av lê nîne bi tankerên avê û arasozan rojane bi cî tînin. Di vê çarçoveyê de ekîban hewcetiya ava bi deh hezaran ajalan a li Zozana Tikme ya ser bi Taxa Zinarcank a navçeya Rezanê bi tankerên avê bi cî anîn.

‘Daxwazên hemwelatiyên xwe bi cî tînin’

Serokê Daîreya Xizmetên Gundewarî Velat Ozer derbarê xebatên hatine kirin de agahî da û diyar kir ku bandorên guherîna avhewayê li cîhanê û Tirkiyeyê têne dîtin û bal kişand ku ev bandor bi taybetî li Amedê bêtir têne hîskirin. Ozer destnîşan kir ku di vê çarçoveyê de xebatan dimeşînin û got: “Em wek Serokatiya Daîreya Xizmetên Gundewarî ji bo piştgirîkirina ajaldarên li herêma Qerejdaxê, rojane bi tankerên 10 û 20 tonî 60-70 ton av didin. Wek tê zanîn, ev herêm herêmek e ku bi deh hezaran ajalan lê hene. Curbecuriya şîr û berhemên şîr ên herêma Amedê ji vê herêmê têne peydakirin. Me berê li herêma Qerejdaxê depoyên avê belav kiribûn û avrêjk çêkiribûn. Em bi van avrêjk û depoyan avê tînin û ava vexwarinê ya ajalan bi cî tînin. Em daxwazên hemû hemwelatiyên xwe yên ku li Midûriyeta Şaxa Çandinî û Ajaldariyê ya ser bi Serokatiya Daîreya Xizmetên Gundewarî digerin, ji herêma Çinarê heta aliyê Çermûgê bi cî tînin.”

‘Bila em avê rast bi kar bînin’

Ozer bang li ajaldar û cotkaran kir û wiha got: “Di demên dawî de ava herêmê gelek kêm bûye. Dema ajaldar û cotkarên me bîrên sondajê vedikin, divê bi taybetî yekîneyên têkildar ên DÎSKÎ û Şaredariya Bajarê Mezin agahdar bikin. Divê em ava herêmê bi awayekî rast bi kar bînin.”

‘Heger av neyê, em ê neçar bimînin koç bikin’

Adem Alanbay ê ku li Zozana Tikme ajaldariyê dike, diyar kir ku li zozanê çavkaniyeke avê ya ku hewcetiyên wan bi cî bîne nîne û got: “Ez koçer im. Ava me nema. Me serî li Şaredariya Bajarê Mezin da. Îro bi tankerên avê ji me re av anîn û depoyên me tijî kirin. Heger av neyê, em ê neçar bimînin ku dîsa koç bikin. Ji bo vê xizmetê ez spasiya Şaredariya Bajarê Mezin û hemû rayedaran dikim.”

Halîme Alanbay a ku li zozanê bêrîvaniyê dike jî destnîşan kir ku ew bi ajaldariyê debara xwe dikin û got: “Em heywanan xwedî dikin. Karê me ev e. Em bê av mabûn. Xwedê jê razî be, ji me re av anîn. Ez spasiya şaredariyê dikim. Heger av neyê, em ê neçar bimînin ku ji vir koç bikin.”

 

Image Gallery