Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li ser daxwaza welatiyan, di navbera Ûçkuyular û Zanîngeha Dîcleyê û herwiha di navbera Erganî û Taxa Xanê de rêyên nû yên veguhastina komî ava kir.
Serokatiya Daîreya Veguhastinê, ji bo ku xizmetên veguhastinê bi kalîte, rehet û zû bide, xebatên xwe didomîne. Li ser rêya ku bi koda CE3 di navbera Zanîngeha Dîcleyê û Girtîgeha Tîpa D de xizmetê dida, dê 2 wesayît di navbera saetên 20.30 êvarê û 00.30 şevê de bi koda E4 di navbera Ûçkuyularî û Zanîngeha Dîcleyê de bixebitin.
Xeta nû ya Ûçkuyular - Zanîngeha Dîcleyê
Çûn: Zanîngeh – Deriyê Çiyê – Edliye – Kolana Gevran – Rêya Bezînê (Koşuyolu) – Batikent – Bayramoglu – Bayindirlik – Tesîsler – Dîclekent – Metropol – Tekel – Îplik – TOKÎyên Ûçkuyular – Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê.
Veger: Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê – Îplik – Çerxerêka Dinyayê – Dîclekent – Tesîsler – Bayindirlik – Bayramoglu – Batikent – Kolana Gevran – Edliye – Deriyê Çiyê – Zanîngeh.
Dê nêzîkî 3 hezar kes ji vê rêya nû sûd werbigirin.
Rêya Erganî - Taxa XanêÂ
Serokatiya Daîreya Veguhastinê ji bo dabînkirina gihîştina welatiyên gundî bo navendên navçeyan jî xebatan dimeşîne. Di vê çarçoveyê de di navbera navçeya Erganî û Taxa Xanê de rêyeke nû ya veguhastina komî hate çêkirin. Dê nêzîkî 3 hezar kes ji 8 taxan ji vê rêyê sûd werbigirin.
Xizmeta veguhastina giştî dê di Duşemê, 7'ê Tîrmehê de dest pê bike. Otobus dê di navbera saetên 06.00ê sibehê û 17.00ê êvarê de xizmetê bide.
Â