Hevşaredar: Mîrasa demokratîk a Amedê bi qasî mîrasa çandî watedar e

Konseya Bajêr a Amedê, 31emîn Civîna Xwe ya Asayî bi mijara "Newekheviyên Bajarî" li dar xist. Di civînê de Hevşaredarên Konseya Bajêr û Şaredariya Bajarê Mezin, Serra Bucak û Dogan Hatun, diyar kirin ku ew ê xebatan bi hev re bimeşînin û gotin ku mîrasa demokratîk a bajêr bi qasî mîrasa çandî watedar e.

31emîn Civîna Asayî ya Konseya Bajêr a Amedê bi mijara "Newekheviyên Bajarî" li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê hate lidarxistin. Di civînê de Hevserokên Encumena Bajêr û Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, hevserokên şaredariyên navçeyan, Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulşen Ozer, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û welatî amade bûn.

Ji bo me bajar ne tenê rê û avahî ne’

Sekretera Giştî ya Konseya Bajar Selvi Tunç, di axaftina vekirinê ya civînê de bal kişand ser yekbûna ji bo xuyakirina newekheviyên bajarî û got: “Ji bo me bajar; ne tenê rê, avahî û bîna ne. Maneya wê modelek jiyanê ye ku her kes bi awayekî wekhev tê de xuya bibe. Ku jinek an kesek astengdar nikare bi serbestî li bajêr hebe, ev newekhevî bi xwe ye. Îro em ê li vir ne tenê li ser van newekheviyan biaxivin, em ê bi hev re li rêyên veguherînê bigerin.”

‘Erka li ser milê me ev e ku em van nasnameyan baştir hilgirin’

Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) yê Amedê Sezgin Tanrikulu jî di civînê de axivî û diyar kir ku Amed xwedî nasnameyeke dîrokî, çandî û siyasî ye û ji ber vê yekê yek ji bajarên kêmpeyda yên cîhanê ye. Tanrikulu got: "Em wek hilgirê nirxekî ku li ser nasnameyeke wiha hatiye avakirin û gelek mîras li pey xwe hiştiye, li vir in." û wiha pê de çû: "Erka me ew e ku em van nasnameyan baştir hilgirin, pirsgirêkên bingehîn çareser bikin û di nava hevgirtinê de bin. Ji bo vê em li hev civiyane. Li Amedê ruhekî hevgirtin û têkoşîna sivîl heye. Em xwediyê hevkariyeke wiha ne. Encumena Bajêr tam jî ji bo vê zemînê amade dike. Zemînek e ku mirovên ji her bîrdozî, avahî û bajarî lê bicivin. Mixabin ji ber qeyûm em 8 sal in nekarîn vê platformê bi kar bînin, divê em derfetên pêşiya xwe bi kar bînin û tiştên ku me winda kirine ji nû ve ava bikin."

Hevşaredar Bucak: Em ê bi nîqaşkirina bi hev re xebatên xwe bidomînin

Piştî pêşandana sînevîzyonê ya ku tê de xebatên Encumena Bajêr hebûn, Hevseroka Encumena Bajar û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak axivî. Hevseroka Şaredariyê Bucak, silav da hemû beşdaran û got: "Li her qadê ku em li ser bajêr û mekanan diaxivin, carinan ji bo jinan nayê kirin, carinan ji bo kesên astengdar, carinan ji bo zarokan... Tam îro ku em ê li ser newekheviyên di bajêr de biaxivin, em zanin ku ev newekhevî sînor, kategorî û marjînalîzekirin in. Em soz didin ku em ê bi nîqaşkirina bi hev re, li hemû qadên ku van kategoriyan datînin û pêşî li tevlêbûnê digirin, xebatên xwe bidomînin."

Hevşaredar Bucak, spasiya her kesê ku di xebatên Encumena Bajar de ked daye kir û wiha li axaftina xwe zêde kir: "Dema em herdu hevşaredar hatin hilbijartin, hem em weke hevserok hem jî weke meclisên xwe texmîn nedikir ku pêvajo dê ewqasî dijwar be. Dema ku ev qas gelek pirsgirêk hebûn, rêvebirina hevserokatiya Encumena Bajar jî dê dijwar bûya, lê hevalên me ev berpirsiyarî û beşdarbûn geş û gur kirin û ji me girtin. Ez ji vê milê ve ji hemû hevalên xwe yên hêja re gelek spas dikim."

 ‘Mîrasa demokratîk, bi qasî mîrasa çandî watedar e’

Hevşaredar Bucak, diyar kir ku Encumena Bajar îdiaya mezinkirina beşdarbûnê heye û tekez kir ku xwedîderketina partiyên siyasî li xebatan, beşdarbûna wan di çalakiyan de û hemû peyamên bertekê, Konseya Bajar xurt dikin. Hevşaredar Bucak, got: "Dema em li ser newekheviyên li bajarên xwe diaxivin, em dizanin ku em bi mijarek gelek dijwar re rû bi rû ne." û wiha pê de çû: "Ji dema ku ev welat hatiye damezrandin, bi desthilatdariyeke ku newekheviyan mezin dike, têkoşînê dike. Kurd, Elewî, jin, ciwan, kesên marjînal, karker, kesên bindest her ku diçe bi rewşeke newekhev re rû bi rû ne. Bajarê me bajarekî kevnar e. Mîrasa demokratîk a bajêr, tam bi qasî mîrasa çandî watedar e û têkoşîna xwe her diçe mezin dike."

Hevseroka Şaredariyê Bucak, destnîşan kir ku bi banga 27'ê Sibatê re di hefteyên pêş de dibe ku geşedanên girîng çêbibin û got: "Çawa em dikarin têgihîştina demokratîk, azadîxwaz û beşdar a ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd mezin bikin? Wek Konseya Bajêr ku beşek ji vê sîstema demokratîk e û ji civaka sivîl e, enerjiya me heye ku em vê pêkhateyê hîn zêdetir mezin bikin. Meclisên me xebat kirin, di dema axaftina li ser gelek mijarên têkildarî bajêr de, em dikarin aştiyek dawîn jî nîqaş bikin. Konseya Bajêr dê di pêvajoya pêş de nîqaşên aştiyê yên li ser bingeha aştiya civakî bixe nava xwe."

 ‘Veguherandin û nîqaşkirin girîng e’

Hevşaredar Bucak, diyar kir ku meclisan gelek qadên pirsgirêkê vekirine û got: "Lê em ne ewqasî ne, ez bawer im ku ji bo tijekirina vê salonê pêwîstî bi beşdarbûn û pirrengiyê heye. Bila ev weke erka me bimîne; em salonê bi ciwanan, jinan, xwendekarên zanîngehê û astengdaran tije bikin. Gihîştin, karîbûna gihîştinê, çalakbûna di jiyana bajêr de… Veguherandin, guhertin û nîqaşkirina ji aliyê hemû Amediyan ve girîng e."

Hevşaredar Hatun: 8 Meclis hatine damezrandin

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin Dogan Hatun jî di axaftina xwe de got ku 9 meh di ser damezrandina Konseya Bajêr re derbas bûne û di bin banê wê de 8 meclis hatine avakirin. Hevşaredar Hatun diyar kir ku her meclisek di qada xwe de xebatên xwe didomîne û got: "Piştî 8 salan ji nû ve avakirin gelekî dijwar e. Bê guman ji sifirê avakirin hêsantir e, lê ji nû ve avakirin li ser hilweşandineke mezin girîngtir e. Di dema serokatiya qeyûman de, her tişt li ser nebaşkirina xizmetan hatibû avakirin, bê guman niha guhertina vê zîhniyetê dijwar e. Hilweşandina qeyûman ne tenê ji bo binesazî û xizmetên bajêr çêbû, hilweşandineke mezin a derûnî û zîhniyetê heye."

 ‘Divê em mîrasê zêdetir pêş bixin’

Hevşaredar Hatun, anî ziman ku bi hezaran salan e jiyan li bajêr didome û got: "Ev mîrasa ku bi hezaran salan e ji me re maye, gihîştiye vê astê, divê em wê hîn zêdetir pêş bixin."

Hevşaredar Hatun, diyar kir ku li hemû qadên bajêr ji dagirkirina peyarêyan bigire heta parkan pirsgirêk hene û wiha li axaftina xwe zêde kir: "Ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêkên rayedaran in, pirsgirêkên me hemûyan in. Yên ku di vî bajarî de dijîn, di kîjan qadê de asteng bibin, pirsgirêka her kesî ye. Parkekê bifikirin. Ger kesên astengdar nikaribin bi tenê biçin wê parkê, ger nikaribin rê û derfetên wê parkê bi kar bînin, zanibin ku park hatiye dagirkirin. Ez vê mînakê didim da ku nêzîkatî bê famkirin. Mijara civîna me ya îro, xizmetên hatine kirin li ku kêm mane ye. Em li ser gihîştinerî û şefafiyetê disekinin. Em hewl didin ku van pirsgirêkên bajêr ji holê rakin, ji bo tevahiya welatê me jiyaneke hevbeş ava bikin."

 ‘Divê em destê xwe bixin bin kevirî’

Hevşaredar Hatun, bal kişand ser wê yekê ku di hefteya pêş de dê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hin gav bên avêtin û got: "Madem em jî demokrasiyê dixwazin, divê em jî gotina xwe bêjin. Divê em jî ji bo vî karî destê xwe bixin bin kêvir. Kî dixwaze di vî bajêrî de kevir li ser kevir deyne, bê guman ê tiştekî birûmet bike. Kî dixwaze pirsgirêkan çareser bike, ji bo bajêr tiştekî bi rûmet e. Ango kurteya gotinê, xwediyê vî bajarî gel e, divê em xizmetê ji gelê xwe re bikin."

Pêşkêşiyên meclisan

Piştî axaftinên vekirinê, dîwanek ku tê de hevserokan jî cih digirt, hat avakirin. Paşê, berdevkên meclisên aborî, jin, astengdar û tenduristiyê yên di nava Konseya Bajêr de cih digirtin, xebatên xwe û dîtinên xwe yên di qadên xwe de parve kirin. Piştî pêşkêşiyên 4 meclisan, beşdarî û pêşniyarên welatiyên ku di civînê de amade bûn, li ser kursiya azad hatin guhdarîkirin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Tîrmeh 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31