Belgeyên kursiyerên kursa ziman hatin dayîn

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, belgeyên kursiyerên ku Kursên Ziman qedandin, dan wan.

Di meha Sibatê de, ji aliyê Midûriyeta Şaxa Parastin û Pêşxistina Ziman a Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî ve, kursên ku bi 160 kesan dest pê kiribûn û sê mehan dom kiribûn, xelas bûn. Di van kursan de 50 kesên ku dersên Kurmancî, Kirmanckî, Ermenî û Suryanî girtibûn, mafê wergirtina belgeyê bi dest xistin.

Merasîma ku li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê hat lidarxistin, Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş Altin, Hevberdevka Komîsyona Ziman û Çandê ya DEM Partiyê Cemîle Turhalli Balsak, Seroka Daîreya Çand û Karên Civakî Zeynep Yaş û kursiyer beşdar bûn.

'Em ê xebatên xwe berfireh bikin'

Di merasîmê de Midûrê Şaxa Parastin û Pêşxistina Ziman Tahir Baykuşak axivî û diyar kir ku wekî Şaredariya Bajarê Mezin, polîtîkaya wan a zimanî ew e ku di xebatên xwe de pirzimanî û pirçandiyê esas bigirin û vê bijîn. Baykuşak got, "Bi vê hewldana domdar em ê xebatên xwe hîn berfirehtir û bihêztir bikin."

Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş Altin jî destnîşan kir ku dayîna kursên Zazakî, Kurmancî, Ermenî û Suryanî tiştekî pir pîroz e û wiha got: "Ez bawer dikim ku paralelî banga civaka demokratîk, ev xebatên me dê bigihîjin asteke nû, qonaxeke nû, statuyeke nû. Ez spasiya Şaredariya Bajarê Mezin dikim ku ev tabloya pirrengî ya ku li gorî tevnûxeya dîrokî ya vî bajarî ye, amade kiriye."

Hevberdevka Komîsyona Ziman û Çandê ya DEM Partiyê Cemîle Turhalli Balsak jî bi bîr xist ku berî sed salî li vê erdnîgariyê muzîkên bi van zimanan dihatin lêxistin û got, "Îro dîsa, min ji guhdarîkirina stranên Kurmancî û Zazakî gelek kêf kir. Ez ji çavên we dixwînim ku hûn jî kêfxweş in. Hêvî dikim ku stranên bi van zimanan bidomin."

Piştî axaftinan belgeyên kursiyeran hatin dayîn û hunermend Stephan Epremyan jî stranên bi zimanên Ermenî, Kurmancî, Kirmanckî û Suryanî gotin.

Piştî konsêrê, Seroka Daîreya Çand û Karên Civakî Zeynep Yaş jî axivî û beşdar pîroz kir û serkeftina wan a domdar xwest.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Tîrmeh 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31